Diyarname
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê yekemîn car protokolek îmze kirin. Li gor protokolê dê DYA ji aliyê leşkerî û madî ve piştgiriyê bide Pêşmergeyan.
Li baregeha Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzan ya li Selahedînê merasima îmzekirinê li dar ket. Li ser navê DYA'yê Cîgera Wezîra Parastinê ya DYA'yê Elissa Slotkin û Wezîrê Parastina Başûrê Kurdistanê Kerîm Sincarî protokol îmze kirin ku di merasimê de Barzanî jî amade bû. Li gor protokolê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de heta şer bi dawî bibe dê DYA ji aliyê leşkerî û madî de piştgirî bidin pêşmergeyan