STENBOL
Piştî ku gerînendeyên weşanê yên giştî yên nobedar Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Nûnerê Rojnamegerên Sûnornenas (RSF) Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn ên tevlî kampanyaya piştevaniya Ozgur Gundemê bûbûn hatin girtin îro Gerînendeyê Weşanê Yê Giştî yê Cumhuriyetê Can Dundar ji bo piştevaniyê çû Gundemê û nobet dewr girt. Dundar tevlî civîna rojevê bû û got: "Dixwazin vê bibêjin 'Heke hûn piştevaniyê bidin, li cem mexdûran bin emê we jî bigirin'. Me jî peyam wergirt û bi înyad em hatin piştevaniyê."
Piştî duh Fîncanci, Onderoglu û Nesîn ên tevlî kampanyaya piştevaniya Ozgur Gundemê bûbûn hatin girtin piştevaniya ji bo rojnameyê her diçê xurtir dibe. Îro Gerînendeyê Weşanê Yê Giştî yê Cumhuriyetê Can Dundar nobet dewr girt.
Dundar serê sibehê hat rojnameyê tevlî civîna rojevê ya rojnameyê bû û ji bo rojnameyê pêşniyarên nûçe û sernavan kir.
Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Evrenselê Fatîh Polat jî tevlî civînê bû, piştgirî da.
Can Dundar di civînê axivî û diyar kir ku ew girîngiyê dide piştevaniyê. Dundar got ku bi girtinan re xwestin peyamekî bidin wan û wiha got: "Xwestin bibêjin ku heke hûn li cem mexdûran bin, li cem wan bisekinin em ê we jî bigirin. Me jî ev peyam girt û ji bo piştevaniyê em hatin. Heke ji me re dibêjin neçin wê rojnameyê em ê jî bi israr biçin. Heke dibêjin vî televîzyonî temaşe nekin em ê temaşe bikin û em ê bi vî rengî xwedî li mafên xwe derkevin."
'Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo cihanê ye'
Dundar li ser girtina nivîskar Ahmet Nesîn nixandina "Dewlet li dijî mirovên ku difikirin û dinivîsînin her tim zilmê pêk tîne" kir û ji bo Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu jî wiha got: "Mamoste Şebnem ji bo mafê mirovan têdikoşiya. Erol jî li cem me bû. Bi girtina Erol re jî ne tenê ji bo Tirkiyeyê xwestin peyamê bidin cihanê. Ji ber vê yekê em ê li cem wan bin. Em dikarin bi vî rengî wan bi paş ve bibin."
'Dê bi wan re pêşiya azadiyê bê vekirin'
Di berdewama axaftina xwe de Dundar li dijî rewşa tirsê ya ku tê xwestin bê afirandin jî wiha got: "Em bi inyad ji bo piştevaniyê hatin."
Rojnameger Dundar bal kişand li ser pêkûtiyên li dijî Ozgur Gundemê û nûçegihanên ku hatine girtin û wiha axivî: "Em piraniya dema xwe di edliyeyê de derbas dikin."
Ji edîtorên rojnameyê Zana Kaya jî wiha got: "Ev ji bo civakê peyamek e. Kevneşopiya berxwedanê ya Ozgur Gundemê heye. Em dikarin bi piştevaniyê van pêkûtiyan derbas bikin."