Diyarname
Derhêner Roman Polanski bi îdîaya tecavuzê keçikek 13 salî kiriye hatibû cezakirin, nehat efûkirin.
Li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) di sala 1978'an de derhêner Roman Polanski bi îdîaya tecavuzê keçikek 13 salî kiriye hatibû cezakirin û dadgehê xwestibû wî bişîne girtîgehê. Li ser vê yekê derhêner Polanski derbasî Fransayê bûbû û bûbû hemwelatiyê Fransayê.
Di meha berfanbara borî de serî li dadgehê dabû, hin belge pêşkeş kiribû û diyar kiribû ku wê demê di navbera dadger û dozgeran de helwestên nerast hebûn û xwestibû doza der barê wî de bê betalkirin.
Dedgerê Dadgeha Bilind a Los Angelesê Peter Espiroza xwestibû ku heta 7'ê vê gulanê Polanski bê dadgehê lê Polanski beşdarî dadgehê nebû. Li ser vê dadger daxwaza Polanski betal kir û da zanîn ku heta Polanski neyê dadgehê ew biryareke nadin.
Her wiha derhêner Polanski li ser bûyerê gotibû ku erê ew bi keçikê re razaye lê ne bi zorê bi daxwaza her du aliyan razaye.
Derhêner Polanski di 18'ê gelawêja 1933'yan de li Polonyayê hatiye dinê; ew derhêner, nivîskar, lîstikvan û sazkarê fîlman e.
Fîlmê "Piyanist" jî di nav de wî heta niha gelek fîlm kişandine. Polanski bi "Piyanist" li Cannesê xelata Herî Mezin, Xelata Derhênerê Herî Serketî û Fîlmê Herî Serketî ya BAFTA'yê, Xelata Derhênerê Herî Serketî ya Akademiyê girtibû. Mijara "Piyanist" li ser dagirkirina Polonyayê ya ji aliyê Almanyayê ve ye.