Diyarname
Derhêner Behmen Qubadî vê carê bi fîlmê xwe yê bi navê "Kasi Az Gorbehaye Irani Khabar Nadareh" (Kes qala pisîkên Îranê nake) beşdarî Cannesê dibe.
62'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal di navbera 13-24'ê gulanê de li bajarê cannesê li dar dikeve.
Festîvala Cannesê yek ji navdartirîn festîval e. Derhêner Qubadî ku di sala 2000'î de li Cannesê bi fîlmê xwe "Heyama Hespên Sermest" xelata "Kameraya Zêrîn" girtibû îsal jîbi fîlmê xwe yê nû beşdar dibe. Qubadî di fîlm de çîroka ciwanên ku bi qaçaxî muzîka repê çêdikin pêşkêş dike.