Diyarname
Di 40'emîn salvegera nifşê 68'an de bi beşdariya ji nifşê 68'an paneleke li dar ket. Ji wan Fatmagul Berktay got: "Me digot qey bi pirtûkan xwendinê emê dinyayê biguherînin. Wekî ku dinya di destê me de be. Niha bi xwendekaran re hîseke wisa nîn e."
Yek ji beşên di 27'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê li dar ket de jî beşa "68 û mîratewa wê" bû. Di vê beşê de 11 fîlmên li ser nifşê 68'an tên nîşandayîn û li ser vê paneleke jî li dar ket.
Li Zanîngeha Bahçeşehîrê berî ku panel li dar bikeve fîlmê derhêner Bahriye Kabadayi “Devrimci Gençlik Koprusu" (Pira Ciwanên Şoreşger) hat nîşandayîn û dûre panel li dar ket.
Di panela ku ji aliyê Tul Akbal ve hate bi rê ve birin de Murat Belge, Fatmagul Berktay, Ertugrul Kurkçu, William Klein ku ew jî endamên nifşê 68'an in axivîn.
Di panelê de Ertugrul Kurtçu got: "Di salên 1960'an de Tirkiye jî kete bin bandora hewaya ku li dinyayê bilind dibe û fikrên nû derketin holê."
Kurkçu da zanîn ku wê demê îtîbareke xwendekaran hebû, li hemberî polîsan derdikevin û ev yek dihat fêm kirin. Kurkçu li ser tiştên ku niha divê bêne kirin jî ev tişt anîn ziman: "Ger tişteke bê kirin divê forumeke ku her kesî digire nava xwe bê vekirin. Heta dawî têde nîqaş bêne kirin û encam bê girtin. Ev forum ji aliyê xwe bi rê ve birinê de muhîm e."
Dûre hîndekar Fatmagul Berktay axivî û bi vî awayî li ser sê xalên nifşê 68'an sekinî: "Sê lingên nifşê 68'an hebû. 1. Muxalefeta siyasî, 2. Azadiya cinsî, muxalefeta civakî û lêpirsîn, 3. Hîpîtî ku jê kêf girtin, di gotina şer neke, pev şabibe de xwe nîşan dida."
Her wiha Berktay li ser wê demê wisa got: "Me digot qey bi pirtûkan xwendinê emê dinyayê biguherînin. Wekî ku dinya di destê me de be. Niha bi xwendekaran re hîseke wisa nîn e. Bi me re xilaskirina Tirkiyeyê hebû."
N
ivîskar Murat Belge jî got ku tiştê li ser 68'an bala wî dikişîne ew e ku 68'an dinya hejandiye û wiha berdewam kir: "Li rojavayê pergalê endamên nifşê 68'an girtin nava xwe. Temam dibe ku ew hinek hatin kedîkirin ev aliyê nîqaşê ye, lê heta ew hatin kedîkirin pergal bi xwe jî hinek guherî. Bi vî awayî rojava bû demokrat. Welatên ku xwe ne guhartin jî di bin Dîwarê Berlînê de man."
Murat Belge da zanîn ku Tirkiye deriyên xwe ji bo derve girtine û wiha got: "Em bi gotinên ji bilî me dostê me nîn e mezin bûn. Ji ber vê yekê em naguherin. Binêrin Mazda dema erebeyeke nû çêdike ew erebe tê nava me, dema etekên kin dertên ên me jî li xwe dikin, lê dema mesele tê ser mafên mirovan ew nahêlin ew were nava me."
Ji nifşê 68'an derhêner William Klein jî li ser fîlmê ku li ser vî nifşî kişandibû axivî. Klein jî li ser 68'an wisa got: "Wê demê mirov ne jiyana xwe ne memnûn bûn. Mirovan dixwestin wekî mirovan bijîn. Balkêş e wê demê Wezareta Jiyana Wekî Mirovan jî hate avakirin. Niha Sarkozy dibêje 68 xelas bû lê ew bi xwe jî wekî 68'iyan tevdigere, ew bi xwe daxwazên xwe tîne cih. Sarkozy karîkaturê 68'an e."
Her wiha derhêner Klein got ku niha li Fransayê hê jî ji bo ku nifşê 68'an bi zarokên xwe bidin hîn kirin her pirtûk derdikevin, fîlm têne kişandin.


