Diyarname
Endamên SİYAD'ê 10 fîlmên serketî yên ku sê mehên paşî de ketine vîzyonê hilbijartin. "Du ziman û baholek" di nav lîsteyê de di rêza 8'a de cih girt.
Li Tirkiyeyê her hefte li dor pênc fîlman fîlm dikevin vîzyonê. Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SİYAD) her sê mehan carekê ji nav van fîlmaên ku di sê mehan de ketine vîzyonê û ji aliyê nivîskarên wan ve bi awayekî hatine nirxandin, lîsteya wan çêdike. Ji nav vê lîsteyê 10 fîlmên ku herî zêde stêrk girtine û derketine pêş eşkere dike.
SİYAD'ê vê carê jî 10 fîlmên ku di sê mehên dawî de ketine vîzyonê û derketine pêş eşkere kir. Di serî lîsteyê de "Herêma Qedexe 9 (District 9)" cih girtiye. Fîlmê li ser zimanê kurdî "Du ziman û baholek" (İki dil bir bavul) jî di nav lîsteyê de cih girtiye.
Vaye lîsteya SİYAD'ê:
1. District 9 (Herêma Qedexe 9)
2. Let the Right One in (Bikeve Xwîna min)
3. Avatar
4. Vavien
5. This Is It (This Is It)
6. A Christmas Carol (Strana Sersalê)
7. Up (Li Jor Binêre)
8. İki Dil Bir Bavul (Du ziman û baholek)
9. Capitalism: A Love Story (Kapîtalîzm: Çîroka Evînekê)
10.Drag me to hell (Sêhra Tari)