Diyarname
Li Stenbolê li ser Xweseriya Cewherî, Xweseriya Demokratîk, Rêveberiya Ji Herêmê û çareseriya pirsgirêka kurd panel hat li dar xistin. Di panelê de hat gotin ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd Xweseriya Demokratîk modelek e û divê bê ceribandin.
HDK (Kongreya Demokratîk a Gelan) û Meclisa Plankaren Bajaran a Muhendiz û Mîmaran panel orgenîze kir. Di panelê de mijara "Reveberiya xweserî çi, çima, li ku?" hat nîqaşkirin.
Vaye hin notên ji axaftina panelîstan:
Li 68 şaredariyan em perwerdehiyê didin
- Endamê Lijneya Rêveberiya Naevndî ya DBP'ê Demîr Çelîk:
Ger em dewletê bifikirin, em hakimiyeta teqez a dewletê bifikirin em nikarin xweseriya demokratîk pênase bikin. Gere em em civakê bifikirin, em civakê bi awayekî azad kêlî bi kêlî bi rêxistin bikin.
Xweserî 6 hezar sal berê hebû jî hebû. Ev mafa gelan ji destên wan hatiye girtin, niha em careke din didin wan. Me 2011'an de ragihandibû, niha em ava dikin.
Kurd Xweseriya Demokratîk pêşkêş dikin, dixwazin ji meseleya trafîkê heta tenduristiyê, heta perwerdehiyê dixwazin ji herêmê ve bi rê ve bibin lê xweseriyê bi çînan ve, bi sînora erdnîgarî ve bi sînor nakin; dixwazin kurd li her parçeyî bibin xweser û bi ser Konfederasyonê ve bigihin hev.
Niha ji 106 şaredariyên di destên me de li 68'an dibistanên perwerdehiya bi zimanê zikmakî, navendê jiyana tendurist, navendên jinan hene, rêveberiyên me yên herêmî bi rê ve dibin.
Bêyî mafên kolektîf mesele çareser nabe
- Akademîsyen Çetîn Guner:
Ger hikumet an dewlet dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike bila li ser xweseriya demokratîk daxuyanî bide, di 2 salên bêçalakiyê de dewletê tu daxuyanî neda, me jî di nav xwe de ev mesele bi têra xwe nîqaş nekir.
Xweserî ji bo kêmareyan û dewleta modelek e ku her du jî bêyî winda bikin kar dikin. Di vê modelê de her du alî jî mafên xwe bi dest dixin. Dewlet ji ber ku dewleta wan parçe nabe di nav dewletê de çareserî çêdibe, kêmare jî ji bo digihîjin hin mafên xwe, yanê ji bo her du aliyan e. Gere ev model bê ceribandin ji ber ku ji bilî vê heta niha tu modelek ku hatibe pêşniyarkirin nîn e. Piştî ev model hat ceribandin emê bizanibin ku dê pirsgirêka kurd çareser dibe yan na.
Bêyî mafên kolektîf mesele çareser nabe. Ji aliyê hemwelatî ve jî pergela hemwelatiya herêmî, hemwelatiya navneteweyî dikare bê nîqaşkirin. Mînak 2 mîlyon sûriyeyiyên hatine vir dikare ji aliyê meclisên herêmî ve mafên hemwelatî bidin wan. Meseleya hemwelatî em dikarin ji ser hemwelatiya herêmî ve nîqaş bikin û dewletê bikin bêhemwelatî.
Dibêjin çima dewlet eleqeyê me dike
- Edîtorê kovara Demokratîk Modernîte Mehmet Sezgin:
Ocalan da hînkirin ku polîtîka, siyaset dikare bê dewletê jî bê xwendin, nîqaşkirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkê modela Şoreşa Rojava heye. Siyasetê, mafan ji dewletê digire raste rast dide gelan.
Neteweya Demokratîk jiyana li cihê xwe, nîqaşê ew xwe bi xwe bi rê ve bibe, vê meseleyê nede destê Enqereyê, li Farqînê, cihên din ew bi xwe der barê xwe de biaxivin û biryarê bidin; ger êrîşêk dijî vê derê ber xwe bidin, vê yekê nîşan dide.
Rêveberiyên cewherî dibêjin ku em dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin, çima dewlet eleqeyê me dike.
- Parêzer Pinar Bayram:
(Ji destpêka avakirina Komarê ve di Zagonên Bingehîn de meseleya xweseriyê heye, tune ji aliyê hiqûqî ve girt dest): Li gor zagona niha Wezîrê Karên Hundir ne bêalî ye, lê bi ser rêveberiyên herêmî de ye; ev yek divê ji nû ve bê sazkirin.
Kurdan got em êdî xwedî li xwe derdikevin
- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli:
Ji berê de kurd bi rêya eşîran, mîrekiyan xweser bûne, heta sedsala 19'an. Ji wê rojê de ev 150 sal in kurd têdikoşin. Di Meclisa Avakar a Tirkiyeyê, di Zagona Bingehîn ya sala1921'ê de dibêje "Bi ser wîlayetan re dê rêveberî çêbibe." Lê bi Zagona Bingehîn a 1924'an ve pêvajo guhedriye û hê jî heman tişt tê jiyîn.
Ji me dipirsin "Hûn çi dixwazin?", em dibêjin em xweseriya demokratîk dixwazin. Ger em dixwazin xweseriya demokratîk fêm bikin em li Rojava binêrin, li Cizîrê, Efrînê, Girê Spî, li Kantonan binêrin.
Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê kurd di di 6-8'ê kewçêrê de derketin kuçeyan, her kes li kuçeyan bû, xwedî li Kobanî derketin; gotin em li Şêx Seîd, li Dêrsimê, li Roboskiyê xwedî derneketine, lê ji niha û pêde emê xwedî li xwe derkevin.
Ev îlankirina xweseriya me hinek zû çêbû, me bi têra xwe nîqaş nekir, lê nehiştin em nîqaş jî bikin. Em wekî 108 şaredarî em hatin ba hev ku nîqaşê bikin, dewletê nehişt, li ser afîşa ku me daliqandibû jî qedexe danî, hat civînê her peya têde xweserî derbas dibû jî qedexe kir. Lê niha emê tax bi tax, gund bi gund nîqaş bikin. Dîsa her cara ku me xwest aboriyê bi rêxistin bikin dewletê êrîş kir, dest danî ser malên xelkê. Dîsa jî çi ji destê me tê em dikarin. Mînak li Bismilê me 300 donim erd da gelê ku her sal diçû komkirina findiqan, diçû komkirina pembû, êdî naçin, wê erdê dijajon. Li dor hezar kesî ji wê fêde digirin.
Niha li şaredariyên me li 8 cihan bêyî perwerdehiya bi tirkî hebe di dibistana seretayî de em perwerdehiya bi kurdî didin zarokên xwe. Lê dewlet jî rehet nasekine, her lêpirsînan, dozan bi ser me de dide dest pê kirin.
Bila di parvekirina ax û dewlemendî de jî demokrasî hebe
Nivîskar Metin Yegin:
Di 4 salan de hilbijartin karek wekî orîgamî (hunera qatkirina kaxiz) e, wisa demokrasî dibe? Belkî du sal paşê ew kesê min deng daye ez êdî wekî wî/ê nafikirim, belkî êdî ew min nayne ziman. Ez çima çar salan li benda wî/ê bim. Demokrasiyek wisa dibe? Nabe. Ger em demokrasiyê dixwazin emê di paşê parvekirina erd, parvekirina dewlemendiyê de jî demokrasiyê bixwazin ku bila tam demokrasî çêbibe.
Li hemberî komkujiyan xweseriya demokratîk hatiye ragihandin, ev demokrasiya radîkal e. Li gor min li cihên ku xweserî hatibe ragihandin divê mînak biskuvît em navê wê nedin, ew markeya biskuvîtan nekeve wir. Dema ew biskuvît neket wir wê çaxê dê ew patron ji mecbûrî rabe aştiyê bixwaze.
Kar bê patronan jî dibe. Li dinyayê gelek mînak hene. Mînal li Galler madenkaran 20 salan maden bi serê xwe bi rê ve birin madenan ne zirar, kar kiri. Dîsa di van salan de tenê qezayek çêbû, ew jî tilaya kesek êşiya bû.
Ji bo rêveberiyên herêmî ez pêşiyar dikim ku bisqilêtan bide zarokên diçin dibistana navîn û ji bo wan rêyên bisqilêtan çêbikin. Ew dê ji şaredarî hez bikin, dê meseleya çûn û hatina wan jî çareser bibe. Kî dê bisqilêtan çêbike? Bila ji betalan koperatîfên çêkirina bisqilêtan çêbibikin. Çareseriyê ji herêmê de bila saz bikin.
Xweseriya demokratîk meseleya statu ye
- Nivîskar Yusuf Karataş:
Pêşniyara Kongreya Civaka Demokratîk ji aliyê xweseriya cewheriyê ve dibe gelek girîng e, lê ev nayê wê wateyê ku emê naveroka wê nîqaş nekin. Dibêjin "Em xweseriya demokratîk ji bo her kesî dixwazin". Bi ya min ev şaş e. Bi ya min ji bo bibin xwedî mafên xwe divê tenê ji bo kurdan bixwazin. Ez vê xweseriyê wekî cureyek pirsgirêka neteweyî diparêzim. Ez ji vê xweseriyê xweseriya herêmî fêm dikim, di xweseriya demokratîk de divê meclisên wê hebin, rêveberiya wê hebe.
Tirkiyeyê xala rêveberiyên herêmî ya Yekîtiya Ewropayê qebûl nekiriye. Vê qebûl bike dê pêşî li hin tiştan vebe lê ev yek bi tenê meseleya statuya kurdan çareser nake.


