ENQERE
Li Enqereyê gelek rêxistinên civakî yên sivîl û kesayetan, bi armanca piştgiriyê bidin Midûrê Karê Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yê berê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun ku 166 sal 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, daxuyanî dan û xwestin Kurşun serbest bê berdan.
Bi armanca piştgiriya Midûrê Karê Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Azatiya Welat yê berê Vedat Kurşun Bangewaziyên Hewildana Azadbûna Raman ya Enqereyê û Zanîngeha Azad daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de gelek rêxistinên civakî yên sivîl û şexsiyet beşdarî daxuyaniyê bûn. Parelementerê BDP'ê Hasîp Kaplan, Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê Husnu Ondul, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Gokçe Otlu, Serokê KURD-DER'ê Ahmet Aday, Seroka Rêxistina EMEP'ê ya Enqereyê Selma Gurkan, Rêvebera ÇHD'ê Pinar Akdemîr, Endamên Federasyoan Mafên DemokratÎk, Serokê Komeleya wêrsîmiyên Enqereyê Bulent Akdag, nûnerên EHP'ê û gelek kes beşdar bûn.
Daxuyaniyan hevpar a li ser navê Hewildana Azadiya Raman a Enqereyê hat amadekirin ji aliyê Hînedekarê Zanîngeha Azad Prof. Dr. Fîkret Başkaya ve hat xwendin. Başkaya, diyar kir ku berî pêvajoya 1980'an rojnameger, rewşenbîr û nivîskar bi hinceta "komunîzmê" dihatin cezakirin û ev yêk îro hat guhertin cihê wê pirsgirêka Kurd û "percekirin" girt. Başkaya, anî ziman ku hikumeta AKP'ê li dijî derdorên muxalîf cezakirinekî nû pêka aniye û kesên cuda difikirin bi "endamtya rêxstinê" ceza dikin û wiha got: "Azadabûna raman, dayîka hemû azadbûnan e. Heta ev azadî pêk neyê azadiya civakê pêk nayê."
"Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya li Tirkiyê bi tenê Kurdî weşana rojane dike Azadiya Welat Vedat Kurşun ratî cezayê 166 sal û 6 mehan hat...Rojnamegerekê ji ber 'karê' xwe bê cezakirin eyba civakê ye. Li bilî wê li dijî hiquq, azadbûna çapemeniyê, mafên mirovan, rêgezên azadbuna raman a gerdonî, alqil û mantiqê ye. Rojnamegerek wisa bê cezakirin skandaleke û skandalekî şermêye. Dozger ji Vedat Kurşun re 525 sal ceza dixwaze lê dadger tê însafê ceza dike 166 sal û 6 meh...Gelo di cihanê de mînakekî din wekî vê heye? Cezayê dane Vedat Kurşun der bar rejîma Tirkiyeyê de fikir dide. Di demekê de Kurdî wekî zimanek û Kurd jî wekî gelekî nedihatin qebul kirin. Niha hembûna Kurdî tê qebulkirin û televiyonên Kurdî weşanê dikin hene û yek jî ya dewletê ye. Ji xwe azadbûna raman ji bo rexneyê ye li dijî wê hebûna vê ji holê radibe. Di serî de Vedat Kurşun, xebatkarên Azadiya Welat ên din, rojnamegerên Kurd ên din hemû ji ber ku muxalîfin rastî van ceza û zextan tên."
Tenê sernûçeyên rojnameyê jî sûc hatine dîtin û bi sedan doz ji ber vê yekê hatine vekirin. Ev yek tê wateya "Em rojnameya muhalîf a Kurdan naxwazin"...Dîsa nûçe û gotinên di rojnameyê de yên wekî "Amed", "Kurdistan", "Gerîlla" "Brêz Ocalan"... wekî propaganda rêxistinê tên dîtin û dibe sedema cezayê giran. Bi vê yekê armanc û plan tê xuyakirin ku dixwazin bi van cezayan çi bikin. Li gorî wan tiştek tenê di Azadiya Welat de bê weşandin sedema suc e...Ger ku wisa be gotina "demokrasiyê" û "Demokratîkbûnê" dibe îroniya rejimê ye. Hêj bi dehan rojnameger girtî ne. Hêj lêpirsîn, doz û binavkirin didome.
Başkaya, anî ziman ku girtin û cezakirina Kurşun û 166 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ne li gorî tu qanûn û mafan e û wiha dom kir: "Divê Kurşun bi lez û bez serbest bê berdan. Vedat Kurşun li Girtîgehê rastî nexweşiya Hepatît B ketiye. Ev nexweşî li girtîgehê nayê dermankirin. Divê bi lezgînî serbest bê berdan.
Hasip Kaplanê ku di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku, wî di dema 12'ê Îlonê de jî runiştinên dozên rojnamegerên muxalîf şopandiye û di navbera cezayên niha û yên wê demê de tu ferq tune ne. Kaplan wiha axivî: "Duh salvegera darbeya 27'ê gulanê bû. Bi van cezayan hiqûqa darbeyê tê tunekirin. Dozgeran xwe li dijî peyvên wekî sosyalîst, komunîst û Kurd amade kiriye. Dema van peyvan dibihîsin, cezakirin tê bîra wan." Nûnerê Enqereyê yê Rojnameya Gunlukê Huseyin Aykol jî da zanîn ku ew ev 30 sal in rojnageriy3e dike û di na van 30 salan de 30 hevalên xwe winda kiriye. Aykol wiha li axaftina xwe zêde kir: "Lê ev bedêlên ku me da, zextan kêmtir kirin. Em niha dibînin ku di demên dawî de, bi vê rêveberiyê zext zêdetir dibin. Gelek hevalên me bi heman mijarê re rû bi rû ne. Dixwazin emrê wan bidizin. Heke em pêşî lê negirin wê berfirehtir bibin."
Saziyên ku piştgirî dane metnê evin:
MAZLUMDER, Federasyoya 78'iyan, Tevgera Azadî û Demokrasiyê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Rojnameger İrfan Aktan, Navenda Giştî û Koma Parlamentoyê ya BDP'ê, KESK, ÎHD, SDP, ÇHD, Kovara Rastiya Tirkiyeyê, KURD-DER, THYD-DER, Hewl dana 78'iyan, Dr. Selma Gongur, Helbestvan Ahmet Telli, ESP, Partiya Sosyalîst, EMEP, EHP, Rojnameger Sultan Ozer, Federasyoına Gelên Demokratîk.