Diyarname
Nivîskarê amerîkî John Updike ku du caran xelata Pulitzerê girtibû di 76 saliya xwe de mir.
Midûrê reklamê yê weşanxaneya Knopf Nicholas Latimer ku wan pirtûkên Updike çap dikirin daxuyaniyeke da û got: "John Updike ku li ser qansêra pişikê dihat dermankirin vê sibê (27.01.2008) jiyana xwe ji dest da. Em ji ber vê yekê xemgîn in."
Letimer got "Updike, yek ji nivîskarên me yên mezin bû, em dê bîra wî bikin"
Nivîskar John Updike ku heta niha gelek roman, ceribandin, rexne, romanên zarokan û helbest nivîsandine di nav pirtûkên wî yên ku zêde tên nasîn de "Rabbit" û "Bech" hene.
Updike di 18'ê adara 1932'yan de li Pennsylvaniayê hatibû dinê, rojnamegerî kiribû û li kovara New Yorkerê de xebitî bû.


