Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş îro piştî civîna Koma Meclisê axivî. Vane gotinên Demirtaş:
- Di nîqaşa îro de derket holê ku li herêmê lidarketina hilbijartinê ne mimkûn e. Em dikin ku rewşê asan bikin.
- Neketina hilbijartinê ne di rojeva me de ye. Hedefa me ya di vê hilbijartinê de sedî 20 e.
- Ger anket AKP'ê hindik nîşan bidin mimkûn e ew hilbijartinê bi paş ve bixin. Daxwaza AKP'ê jî ev e. Li gelek cihên li herêmê binpêkirin hene, tenê sedî 10'ê rojavayê Tirkiyeyê van tiştan dibihîzin.
Meseleya dixtorê hat kuştin
- Di rewşa şer de her kes zirarê dibîne lê êrîşek li hemberî dixtor, hemşîre, ambûlans û endamên tenduristiyê qet nayê qebûlkirin. Em vê yekê lanet dikin. Di dema şerê herî bêehlaq de jî ev rewş nayê qebûlkirin. Divê careke din tiştek wisa çênebe.
- Operasyona li ser Koma Koza îpekê operasyoneke siyasî ye. Gere di cih de ev operasyon bê rawestandin.
Hevdîtinên li Îmralî
- Li Îmraliyê merengoz çûbû, maseyek mezin jî çêkiribû. Makîneyên çay, qehweyê danîbûn wir. Lê ne me karî bikevin vê odeyê, ne heyet, ne jî rayedarên dewletê. Ger hevdîtin bidoma Ocalan dê banga çekberdanê ji bo PKK'ê bikira. Lê destûr nedan vê yekê. Gere eşkere bikin ku çima destûr nedan vê yekê.
Meseleya Levent Tuzel
- Redkirina wezîrî ji aliyê Levent Tuzel ve ji aliyê hiqûqa îtîfaqê ve şaş e, ew derveyî vê îtîfaqê tevgeriya.