Diyarname
Maça yekemîn a nîv fînalê ya Lîga Ewropayê a UEFA'yê îşev hat lîstin. Nîv fînalîst Sevilla û Manchaster United (MU) hatin hemberî hev. Sevilla bi 2-1 bi ser ket û derbasî fînalê bû.
Di maçê de deqîqeya 9'an de MU penaltiyek bi dest xist. Bruno Fernandes firsend ji dest neda û encam bû 1-0. Sevilla di deqîqeya 26'an de bersiv da û nîveka yekemîn bi 1-1'ê bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de Sevilla di deqîqeya 78'an de bi Luuk de Jong golek bi dest xist û encam bû 2-1. Piştî vê deqîqeyê encam neguherî û Sevilla derbasî fînalê bû.
Lîga Ewropa ji sala 1971'ê ve (Di navbera 1971-2009'an de navê wê Kûpaya UEFA'yê bû) li dar dikeve û heta niha herî zêde Sevilla ev kûpa bi dest xistiye: tam 5 caran.
Tîma Spanyayê Sevilla di sala 1890'î de hatiye avakirin. Heta niha Sevilla 3 caran ser hev de ev kûpa bir mala xwe. Di serdema 2005-06 û 2006-07'an de du caran ser hev de û di van salên dawî de jî di salên 2013-14, 2014-15, 2015-16'an de ev kûpa bi dest xistiye.
Fînalîstê din sibê (17'ê mehê) diyar dibe. Maça din a nîv fînalê di navbera Inter û Şahtar Donetsk de ye û kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê Sevilla. Maça fînalê jî 21'ê mehê tê lîstin.