Diyarname
Psîkologon diyar kir ku 19'ê mehê roja herî xirab a salê ye. Di vê rojê de divê mirov hay ji xwe hebe!
Li gor lêkolîna ku psikologan kiriye 19'ê vê mehê, yanê roja duşemê, yanê îro "roja herî xirab" a salê ye. Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku hewa her ku diçe sar dibe, bi vê yekê re nexweşiya zekemê belav dibe û her wiha j iber ku ber bi dawiya mehê ye bêrîka mirovan vala dibe.
Her wiha psîkolog ji bo mirov ji vê bextreşiyê derkevin jî vê yekê pêşniyar dikin:
- Bi endaze xwarinê bixwin, di nav rojê de bi têra xwe avê vexwin.
- Ji bo parastina tundiristiya rihê hinek sporê (egzersizan) bikin!
- Ji bo hûn xwe dilşad bikin li sedemên dilşadiyê bigerin.
- Xwarineke xweş a navrojê bixwin, lê vê yekê tevî hevalên xwe bixwin.


