Diyarname
Îdîayeke mezin derket holê: Nivîskarê rojnameya Milletê Murat Aksoy di quncikê xwe de nivîsî ku li ser daxwazên Erdogan heyetek ji mebûsên AKP'Ê ku di nav de yên kurd jî hebûn çûye Îmralî û xwestiye bi Ocalan re hevdîtinê bikin lê Ocalan qala tecrîda li ser xwe kiriye û derneketiye hevdîtina wan. Aksoy dibêje ku hevdîtin çênebûye lê wan peyama ku biribû ragihandiye Ocalan. Di peyamê de ji Ocalan xwestine ku Selahattin Demirtaşî ji peywirê bigire em jî tecrîda ser te rakin û pêvajoya çareserî ji cihê maye bidomînin.
Aksoy dibêje ji bo rastkirina agahiyê ez li mebûsek çûbû geriyam lê bersiva min neda, min peyam şand lê venegeriya. Her wiha ew îdîa dike ku Erdogan bêyî Demirtaş li ser HDP'Ê be hilbijartina pêşwext çêbe.


