Diyarname
9'ê mehê li Spanyayê hilbijartina giştî pêk tê. 35 mîlyon 67 hezar û 281 hilbijêr dê dengên xwe ji bo desthilatdariyê bikar bînin.
Li Spanyayê niha 78 partî beşdarî hilbijartinê dibin lê du partî li pêş e; PSOE (Partiya Karkeran a Sosyalîst) ku di bin serokatiya Jose Luis Rodriguez Zapatero de niha desthilatdar e û PP (Partiya Gel) ku di bin serokatiya Marano Rajoy de di muxalefetê e ye. Li gor anketa Zapatero 3 pûan li pêş dixuye.
Li Spanyayê niha rojeva partiyan de aborî, şerawestina ETA, meseleya Katalanan mijarên herî serekene.
Ji bo partiyeke bi serê xwe hikumetê saz bike pêdivî bi 175 mebûsan dibîne, lê di anketa de tê gotin ku PSOE dê 169 mebûsî bi dest bixe, ev jî tê vê wateyê ku divê ji mebûsên din piştgirî bigire.
Û noteke dawî: Di nav partiyên ku beşdarî hilbijartinê dibin de partiyên rengîn jî hene. Mînak: Partiya Spor û Motorên Alternatîf", "Partiya yên ku Cixareyê Nakişînin", "Partiya Dijberê Guleşa Gayan û Dijbera Nêzîktêdayîna Xirab a li Hemberî Sewalan", "Partiya Dengên Vala" jî heye.