Diyarname
Ji bo 7'ê pûşperê li derveyî Tirkiyeyê deng hatin bikaranîn. Li gor agahiyên ne fermî mîlyonek deng hatine bikaranîn. Rêjeya bikaranîna dengan sedî 30 çêbûye. Ji bajarên wekî New York, Washington, Romayê dest pê kirin çewalên deng têde şandin Tirkiyeyê. Ev deng li Enqereyê dê di avahiya ATO'yê de bêne parastin û êvara 7'ê mehê bêne jimartin.
HDP'ê hedef dabû pêşiya xwe ku ji derveyî Tirkiyeyê li dor 400 hezarî dengan bigire. Ev hedef dê pêk bê yan na ew jî êvara 7'ê mehê dê diyar bibe.


