Amed
Li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn ya li Kayapinara Amedê fîlm bê pere têne nîşandayîn.
Li Navenda Cegerxwîn rojên fîlman roja 22'yê mehê dest pê dikin û sê mehan dê bidomin. Di van sê mehan de fîlm bê pere dê bên nîşandayîn.
Pêşî roja 22'yê mehê dê fîlmê bi navê "Olu Bolgeden Fisiltilar" bê nîşandayîn û dûre 14 fîlmên din ên wekî "Guzelligin On Para Etmez", "Li vir", "Seyitxan", "Kirik Midyeler", "Guzel Gunler Gorecegiz", "Suru", "Memleket Meselesi", "Bir Aylak Adam", "Unutma Beni", "Agit", "Yeralti", "Gelecek Uzun Surer", "Press" û "Yek Mûmik Du Mûmik" dê bêne nîşandayîn.
Fîlm rojên şemî û yekşeman li salona sînemayê ya navenda çandê têne nîşandayîn.