Diyarname
Konseya Fetwaya Neteweyî ya Malezyayê li welat yoga qedexe kir. Sedem: Mislimantî dixurifîne.
Serokê Konseyê Ebdulşukur Huseyîn ji bo rojnamegeran da zanîn ku yoga ne tenê sporeke fizîkî ye, di heman demê de temayên laşîn ên aîdê hîndûîzmê di nava xwe de dihebîne. Wî xwest ku misilman yogayê nekin û wiha got: "Yoga ji Hindistanê tê, ji egzersîzên fizikî pêk tê, hizûra hundirîn saz dike û di dawiyê de xwe bi Xwedî re dike yek. Ev ne teştike rast e. Dibe ku ev baweriya misilmantî têk bibe."
Li Malezyayê sedî 60 misilman hene, her çiqas li gor 'zagon an zagonên şerîetê' ne be jî welat bi fetwayên qonseyê tê bi rê ve birin.
Konseyê berê jî xwegirêdana keçan a wekî mêran qedexe kiribû.
Ji Ntvmsnbc hatiye girtin


