Diyarname
65'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal di navbera 17-27'ê gulanê li dar dikeve. Di festîvalê de îsal xelata yekîtiya derhênerên fransiz "Carrosse d'Or" dê bidin Nuri Bilge Ceylan.
Ceylan ku bi fîlmên xwe di salên borî de di vê festîvalê de xelat girtine vê carê ji aliyê derhênerên fransiz ve tê xelatkirin.
Îsal serokê juriya sereke ya festîvalê Nanni Moratti ye Fû serokê juriya Beşa Nêrîneke Cuda jî Tim Roth e. Di festîvalê de dîsa dê bi dehan fîlm bi hev re bikevin pêşbaziyê.