Diyarname
Li heft bajarên kurdan tu kesî ji bo pêşberendamtî serî li CHP'ê nedaye. Yanê il van bajaran berendamên CHP'ê nîn in.
Rojnameya Sabahê li ser CHP'ê nûçeyek çêkir. Li gor nûçeYê 2 hezar kesî ji bo pêşberendamtî serî li CHP'ê daye, lê hin bajar hene kesî jî serî lê nedaye. Nûçe dibêje ku li bajarên Tirkiyeyê Aksaray, Gumuşhane, Kilisê kesî serî li CHP'ê nedaye. Ji bajarên kurdan jî li Batman, Çewlik, Bedlîs, Culemêrg, Mûş, Sêrt û Şirnexê kesî serî li CHP'ê nedaye. Ji biLî van li Amedê (ku 11 mebûs hene) tenê 8 kesî ji pêşberendamtî serî li CHP'ê daye. Li Erzerom, Rîze, Wan û Mêrdînê jî tenê kesek.
Xalek din a balkêş jî ew e ku Cîgerê berê yê Serokê Giştî yê CHP'ê Mesut Deger ji bo pêşberendamtî serî li AKP'ê daye. Malbata Degeran bi dehan salan e li Amedê CHP li ser pişta wan li ser piyan bû û gelek kesî ji wan mebûsî jî kir.