Diyarname
Festîvala Kozaya Zêrîn îsal di navbera 2-8'ê pûşperê de li Edeneyê li dar dikeve, 12 fîlm di beşa pêşbaziyê de ne.
Festîvala Kozaya Zêrîn li Enedeyê li dar dikeve. Di festîvalê de xelata herî mezin Kozaya Zêrîn (Gûzika Zêrîn) e. Ji bo bi destxistina Xelata Kozaya Zêrîn 29 fîlmî serî lê da û ji van 12 fîlm ji bo beşa pêşbaziyê hatin qebûlkirin.
Festîval dê 250 hezar YTL bide Fîlmê Herî Serketî. Her wiha 75 hezar ji bo Xelata Yilmaz Guney, ji bo Xelata Gel a Fîlmê Herî Serketî 50 hezar û Derhênerê Herî Serketî jî 50 hezar YTL xelatê bide. Fîlmên ku bi ser bikevin dê 7'ê pûşperê bi merasimekê bêne xelatkirin.
Fîlmên ku ji bo pêşbaziyê hatine qebûlkirin ev in:
- Ara, Derhêner: Umit Unal
- Gitmek, Derhêner: Huseyin Karabek
- Golge, Derhêner: Mehmet Gureli
- Hazan Mevsimi: Bir Panayır Hikayesi, Derhêner: Mehmet Eryılmaz
- Multeci, Derhêner: Reis Çelik
- Nokta, Derhêner: Derviş Zaim
- Sakli Yuzler, Derhêner: Handan İpekçi
- Sonbahar, Derhêner: Ozcan Alper
- Tatil Kitabi, Derhêner: Seyfi Teoman
- Ulak, Derhêner: Çagan Irmak
- Beyaz Melek, Derhêner: Mahsun Kirmizigul
- Made in Europe, Derhêner: İnan Temelkuran
Festîvala ku îsal 15'emîn car e li dar dikeve xelata 'Di sînemaya tirk de lîstikvanê hoste' dide Turcel Kurtiz. Festîval Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de jî dê bidederhêner Halit Refig, lîstikvan Selda Alkor û Halil Ergun.


