Diyarname
Çeteyên DAIŞ'ê li Misûlê Pirtûkxaneya Gel a Misûlê ku têde bi hezaran pirtûk hebûn da ber agir. Tê gotin ku di nav van pirtûkan de destnivîs jî hebûn. Di nav berhemên hatin şewitandin de pirtûkên ku di "Lîsteya Berhemên ku Kêm Têne Peydakirin" ya UNESCO'yê jî hebûn.
Li gor nûçeya di Independetê de 8 hezar pirtûk di pirtûkxaneyê de hebûn û hemû ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin şewitandin. Di nav wan de nexşeyên Osmanî yên ji arşîva sedsala 20'an, koleksiyon û pirtûkên cur bi cur hebûn.
Li gor nûçegîhanê karên derve yê AL RAI Yê bi navê Elijah J. Magnier ragihandiye di Pirtûkxaneya Misûlê de 112 hezar û 709 destnivîs û pirtûk hebûn. Midûrê Pirtûkxaneya Gel a Misûlê Ghanim al-Ta'an gotiye ku DAIŞ'ê amûrên teqîner kirine pirtûkxaneyê û ew teqandiye.
Çavkaniyeke herêmî jî ji bo IraqiNews.comê gotiye ku 21'ê vê mehê gel xwesitye pêşî li van terorîstan bigirin ku zerarê nedin pirtûkxaneyê lê nekarîne.


