logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Vê nûçeyê sosyolojiya kurdên twitterê derxist holê

Nûçeyek karî sosyolojiya kurdên ku twitterê bikar tînin derxist holê.

  • Dîrok: 02/04/2020
  • Beş: Serbest

Diyarname

Roja 1'ê Avrêlê/Nîsanê Roja Henekan a Dinyayê bû. Me jî wekî her sal nûçeyek henekî weşand. Sernav ev bû: "Barzanî: Me biryar da em derbasî alfabeya latînî dibin" weşand. Nûçe wisa belav bû, Diyarnameyê di dîroka xwe de tiştek wisa nedîtiye. 

Nûçe saet 10'ê serê sibê di Diyarnameyê de hat weşandin û pêre me li ser hesabê twittera Diyarnameyê belav kir. Saet tam 12'yê şevê (yanî di 14 saetan de) ew twitt ji aliyê 75 hezar kesî ve hatibû dîtin. Dîsa heman saetê me mêze kir 4177 kes ketine Diyarnameyê û ew nûçe xwendine.

Nûçe li ser twitterê gelek hat RT kirin, ji aliyê deh hezaran ve hat ecibandin.

Nîqaşên balkêş derketin. 

Li gor baweriya me encama nûçeyê ev bû:

- Nûçe li ser twitterê ji aliyê 75 hezar kesî ve hatiye dîtin lê 4 hezar û 177 kes jêvegeriyaye malperê û ew xwendiye. Diyar e ku yên twittirê bikar tînin kêm dixwînin. Hema yan RT, yan diecibînin û derbas dibin. Ev ne tiştek xweş e.

- Mirov dikare bibêje sedî 10 meraq dikin ka di hundirê nûçeyê de çi ye?

- Hinan raste rast Hikumeta Herêma Kurdistanê pîroz kirin bêyî binêrin ka çiqas rast e, hinan got dereng jî mane, hinan mijarên din anîn holê, kêm be jî hin dij derketin ku çima alfabeyê diguherînin.

- Bi vê nûçeyê re derket holê ku piraniya kesên nûçe dîtine (ez dikarim bi giştî bêjim sedî 90) daxwaz dikin ku yek alfabeya kurdan hebe û ew jî latînî be.

- Malperek kurdan ev kir nûçe, piştî çend saetan nûçe ji malperê rakir.

- Yên bi çavên xweşik li nûçeyê nêrîn jî hebûn. Hinên ku çêr kirin jî hebûn.

- Ligel ku twittek bi kurdî ye, nûçe bi kurdî gelekên bi zimanên tirkî şirove nivîsandin jî derketin. Çima, em nizanin?

- Kêm be jî bi îngilîzî û fransizî jî şirove hatin nivîsandin.

- Ligel ku piştî nûçeyê me agahiya "Agahî: Li ser heneka îro" weşand jî hê pirsên "Ev nûçe rast e?" yan jî "Yên digotin pîroz be" dom dikirin.

Û hin şiroveyên ku hatine kirin em dixwazin li vir carek din parve bikin (Me dest nedaye nivîsan):


- Ulaş Korkut: 

Min di nûçeyê de paragrafa dawî nexwend, hûn jî nexwînin bila dilê we xweş bimînî.

Ez hêvî dikim di demek kurt de, desthildarên başûrê vê biryarê bi cîh bînin. Bo vê Nûçeyê gelek kêfxweş bûm.

- Iqlim Mîlanî: 

Ez dîyarnameyê pîroz dikim gelek kesan troll kirin û devê sindoqa niqaşa bê encam ê salan jî dîsa vekirin

- Ekrem Malbat: 

Ev henek nîşanê me da ku ji %90ê kurdan nivîsan heta dawî naxwîni

Gernas Nenas:

Heyf yaw, Kurd ji henekan fam nakin û karê wan çêr û dijûn e. Li binê vê henekê tiştên ecêb tên gotin.

- Navgiran: Birêz  @masrour_barzani bi hêvîyên me dileyizin. Gelo alfabeya latînî dê kengî li dibistanên başûrê Kurdistanê were bikaranîn?

- Xelîlbeg:

Diyarnamecîm, di demên dawîn de ez heb bi vî rengî nehatîbûm xaqandin. Çi kêfa min xweş bibû ji bo nûçeyê malmîrat

- Xwenas: 

Bi henekîya wê em ewqasî kelicîn. Ku rast be dê çi bibe. Em ê ji kêfa bifirin.

- Keşa: 

Xwezka ev xeber rast bûya me yê pehînek dî li ereban û li alfabeya wa ya tahl xistiba


- Berevaji: 

Ti xerabî di vir de tune ye. Meseleyan zêde mezin nekin. Te nedîtibe jî gelek malper û rojname henekan dikin di yekê nîsanê de. Jixwe ne nûçeyeke heqaretî an rûreşî bû. Hêviyeke hin mirovan bi awayekî îronîk dide nîşan. Hinekî bitehemul bin.

- Ronî Bedirxan: 

Ez hînî henekên we yên yekê nîsanê bûme :) Par li ser mijara yekîtîya kurdan we henekek kiribû, gava min xwend çavên min bel bûbûn ji kêfan. Lê vê carê berîya ez lînkê vekim min fehm kir ku henek e, hûn nikarin êdî bi hestên min bileyizin :))

Û bi destûra we gotina edîtorê me yê din Zekî Ozmen jî em biweşînin: "Edîtorê @diyarname1 hêja @oguzcemil1 pîroz dikim ku karî kêliyekî vîrûsa corona ji rojeva gelek kesan derîne :)


Îhtîmal e gelek şiroveyên din ên xweşik jî hebin, biborin me nekarîn hemûyan bidin.

Bi xêr û gunehên xwe carek din Roja Henekan a Cîhanê me li dû xwe hişt. Bi hêviya ku rojek dê kurd bikaribin çîrokên xwe tenê bi yek alfabeyê lêbikin.

***
Têbinî: Ji ber piştî 24 saetan hê jî nûçe dihat RT kirin, ecibandin, me twittek wisa weşand:

HENEK!

Hêjano, duh ev nûçeya ku me weşand HENEK bû, ne nûçeyek rast e...

24 saet ser re derbas bûye hê peyamên pîrozbahiyê tên. Heta niha 94 hezar kesî ev nûçe dîtiye. Sipas bo we hemûyan. Bi hêviya kurd dê bikaribin rojek YEK alfabeyê bikar bînin.  (Roja 02.04.2020'an ev têbinî lê hatiye zêdekirin)

**

 

Vaye ew nûçe:
- Barzanî: Me biryar da em derbasî alfabeya latînî dibin 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Siyadê 'Carol' wekî fîlmê herî serketî hilbijart

ad

Nivîskariya Salihê Kevirbirî hat nîqaşkirin

ad

Ji Aramê 6 pirtûkên bi kurdî

ad

UEFA’yê ceza li Fenerbahçeyê birî

ad

Piştî 33 salan bû şampiyon

ad

KNK'ê ji bo rojnameya Kurdistanê peyam belav kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname