ÎBRAHÎM BULAK / BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê di Parlemana Ewropayê de yekemîn konferansa Navneteweyî ya Kurdên Anatoliya Navîn pêk hat. Di konferansê de ku bi hevkariya PKAN (Platforma Kurdên Anatoliya Navîn) û Enstituya Kurdî ya Brukselê çêbû, beşdar û axifgeran behsa talûkeya asîmîlasyanê kirin û ji Yekîtiya Ewropa û Parlemena Ewropayê di wî warî de banga alîkarî û hevkariyê kirin.
Konferansa ku bi desteka parlementerên Koma Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû ên Parlemema Ewropayê û KNK li Parlemena Ewropayê hat lidarxistin, li gel dîrokzan û nivîskarên kurd û kurdên Anatoliya Navîn ên ji welêt û ji derveyê welêt pêk hat.
Reng û çanda xwe parastine
Di destpêka konferansê de Hevserokên PKAN’ê Dîlan Bîçer û Şevket Bakan xêrhatina beşdaran kir. Dûre Cigîra Serokê Parlemana Ewropayê û ji Koma Keskan û di heman demê de endama Koma Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû Ulrike Lunacek axivî û got; "Bi rastî jî ez kurdên Anatoliya Navîn pîroz dikim ji ber heta îro tevî ku ew qas zor û zehmetiyan reng û çanda xwe parastine ku îro li vir konferanseke bi vî hawî li dar dixin. Her wiha ne tenê xwe wekî mexdûr derdixin pêş hay ji hêz û quweta xwe jî hene, ev jî xaleke girîng e ji bo min. Jixwe em niha dibînin hema hema nîvê beşdaran jin in. Ez bi xwe jî koçber im, malbata min ji welatê Çekî koçber bûne. Loma jî dizanim jiyana koçbertî çendî zehmet e."
Ji ber Tirkiyeyê ez li welatê xwe koçber bûm
Her wiha Lunacek derbirî ku gelê kurd û hêzên demokrat ên li Tirkiyê di têkoşîna xwe de ne bi tenê ne ew ê wekî kom û kes her tim li pişta wan be û di wî warî de zextê jî li Parleman Ewropayê bikin ji bo bikevin nava tevgerê.
Piştre endamê Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû Costas Mavrides jî axivî û got ku niha em dibînin li Kurdistanê jenosîdek li dijî kurdan pêk tê.
Kevntirîn belge: Metnên Şikarî
Piştî axaftina parlementerên Ewropî bi moderatoriya Dr. Meliha Dogan û Dr. Necati Harmankaya Prof. Kadrî Yildirim, nivîksar Şoreş Reşî, dîrokzan Mehmet Bayrak û berdevkê PKAN’ê Ahmet Gezer li ser tarîxa Kurdên Anatoliya Navîn û rîsk û talûkeyên di pêşiya vê cikavakê de axivîn.
Prof. Kadrî Yildirim di xeberdana xwe de behsa metnên Şikarî kir û got ku ev metn kevntirîn belge ye ku qala hebûna kurdan li Anatoliya Navîn dike. Yildirim bal kişand ser vê yekê ku Şikar navê kesek e û li gorî vê metna hanê ji Amedê ye û hinekan ji bajarekî kurdan ev metn aniye bajarê Konyayê.
Di sedsala 12’an de li Anatoliyê bi cîh bûne
Yildirim bi vî rengî qala metnê kir: "Di vê metnê de tê gotin ku ev metn di sedsala 16’an de hatiye nivîsansin, gelê kurd hê di sedsala 12’an de li Anatoliyê bi cîh bûye. Taybetiya vê metnê ev e ku kevntirîn metn e li ser kurdên li Anatoliya Navîn e"
Piştre Yildirim da zanîn ku li gorî daneyên dîrokî kurdan di sedsala 15’an dest bi avakirina gundan li Anatoliyê kiriye û di sedsala 17’an de êdî dibe hêzek. Heta gelê kurd di avakirina bajarê Nevşehîrê de jî roleke girîng lîstiye.“
120 hezar û 681 kes dibêjin zimanê min kurdî ye
Her wiha Yildirim anî ziman ku sala 1927’an di hejmartina dewleta Tirkiyeyê de 120 hezar û 681 kesên li Anatoliya Navîn dibêjin "zimanê min kurdî ye."
Li Anatoliya Navîn 2 mîlyon Kurd hene
Nivîskar Şoreş Reşî jî di xeberdana xwe de qala belavbûna kurdan li Anatoliyê kir û got gelê kurd li wir li gorî diyalekte xwe sê beş in, kurmanc, lêkî (Şêxbizinî), kirmanckî. Reşî got ku li gorî texmîna wan li Anatoliya Navîn 2 mîlyon kurd hene û dikarin bêjin ku ji sedî 75 kurmanc, ji sedî 15 lekî û ji sedî 10 jî kirmanc in.
Divê em li dijî asîmîlasyonê xwedî plan û proje bin
Reşî piştî mijarên dîrokî behsa rewşa aktuel a kurdên ji Anatoliyê kir û got:“ Di pêşiya me de talûkeyek pir mezin heye, ev jî asîmîlasyon e. Heta niha gelê me çand û zimanê xwe heta gihandiye roja me ya îro. Lê ji wir şûnde divê em serê xwe bi asîmîlasyonê biêşînin. Divê em li dijî asîmîlasyonê xwedî plan û proje bin nexwe nifşên nû wê ji dest me biçe."Berdevkê PKAN“ê Ahmet Gezer jî behsa birêkxistinbûna û xebata PKANê kir û got êdî PKAN ji alî gel ve hatiye qebulkirin.
Bîrnebûn bi rola dibistan rabû
Dûre dîrokzan Mehmet Bayrak peyivî û got ev bixwe li gorî erdnigariyê ne ji Anatoliyê ye lê ji Torosên Navîn e û tespîta "Torosên Navîn (Iç Toroslar) wekî pirek e di navbera Kurdistan û Anatoloiyê de" kir. Her wiha Bayrak behsa kovara Bîrnebûn kir û got: "Ev bû 20 sal in weşana xwe didomîne. Kovara Bîrnebûn hema hema bi karê dibistanê rabû di nav vê civakê de. Ez jî yek ji nivîksarê wan ê ewil im. Mixabin niha kes ji kovarê li wir tune, diviyabû edîtor an jî xebatêkarê vê kovarê jî li wir bana.“
Piştî derketina welêt asîmîlasyon pêş ket
Herî dawî rêvebirê PKAN’ê Muzaffer Kuçukyildiz axivî û got: “Heta niha 2 mîlyon kurdên Anatoliya Navîn li dijî asîmîlasyona dijwar rabûne û li pişta Tevgera Azadî sekinî ne. Mixabin piştî derketina ji cih û warê bav û kalan asîmîlasyon pêş ket. Yekane rê heye ku ji bo pêşiya asîmîlasyonê bê girtin, ev yek jî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Divê em di vî warî de têkoşîna xwe xurt bikin û her wiha divê Yekitiya Ewropa û Parlemana Ewropa jî ji bo pêşî vekirina vî tiştî bikeve nava tevgerê."
Di dawiya axaftina xwe de Kuçukyildiz bang li kurdên ji Anatoliyê kir û got bila werin em bi hev re bixebitin û birêkxistinbûna xwe xurt bikin.