Diyarname
Ma Music ku li Amedê xebatên xwe yên muzîkê didomîne û di vî warî de xwedî ciheke taybet e, niha xwe amade dike ku li sê bajarên mezin ên Tirkiyeyê konseran pêşkêş bike.
Ma Mucisê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re agahiya konseran belav kir.
Li gor agahiyê Ma Music 21’ê mehê li Enqereyê, li Sehneya Genco Erkal a li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a li Yenîmahalleyê konserê pêşkêş bike. Konser saet 19.00’an de ye.
Paşê 23’yê mehê li Stenbolê li Navenda Çanda Bariş Manço a li Avcilarê, 26’ê mehê jî li Îzmîrê li Navenda Çanda Nazim Hîkmetê dê derkeve ser dikê. Her du konserên dawî saet 20.30 de dest pê dikin.
Yên bixwazin dikarin ji ser malpera PASSO re bilêtan bikirin.