Zekî Ozmen
Jînenîgariya nivîskarê kurd Mehmet Bayrak bi navê “Karanliga suzulen işik (Ronahiya ji tarîtiyê çirisî)” wekî pirtûk derket. Nivîskar Mehmet Bayrak ku heta niha 22 pirtûk nivîsandine û yek ji lêkolînvanê sereke yê li ser kurdolojiyê tê nasîn, ji sala 1971’ê ve nivîskariyê dike.
Pirtûka jînenigariyê ya Mehmet Bayrak a ji hêla Firaz Baran ve hatiye nivîsandin, ji Weşanên Ozgeyê derket. Di pirtûkê de digel jiyana şexsî ya Bayrak, dozên li wî vebûne û pirtûkên wî de lêkolînên taybet têne pêşkêşkirin. Her wiha nêrînên kesayetiyên mîna sosyolog Îsmaîl Beşikçi, kurdolog Martin von Bruinessen, dîroknas Cemşîd Bender û gelek kesên din yên navdar ên di derbarê Bayrak de bi taybetî ji bo vê pirtûkê nivîsandine hene.
Ev xebata taybet ya ji hêla Firaz Baran ve hatiye kirin, bi giştî salekî dom kiriye.
Pirtûka ku ji 480 rûpelan pêk tê, bi kaxiza kuşe hatiye amadekirin. Her wiha estetîka bergê û ya mîzampaja pirtûkê balê dikişîne ser xwe. Di dawiya pirtûkê de gelek wêneyên taybet yên Mehmet Bayrak yên bi reng hatine bicihkirin.
Nivîskarê pirtûkê Firaz Baran ku par pirtûka bi navê “Hunerkom Akademi Mir 1978 – 2006” weşandibû, bi vê pirtûkê îmze avêtiye xebateke din ya lêkolînî.
Firaz Baran ku ji sala 1997 – 2007’an de di Med Tv , Medya tv û Roj de gelek cureyên xebatên televîzyonî kirin, Ajanasa Nûçeyan ya Mezopotamyayê de jî kar kir.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.