logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Bedirxan: Ger ku mirim, min li Cizîrê veşêrin

Sînemxan Bedrixan got: Digel sirgûniyê tu min dev ji jiyîn û lêkolînkirina çanda kurdî berneda.

  • Dîrok: 23/08/2008
  • Beş: Nûçe

Sînemxan Bedirxan ku beşdarî gotûbêja di 2'yemîn Rojên Çand û Hunerê ya Cizîrê bû, qala jiyana sirgûniyê kir û got ku sirgûnî, derba herî mezin a li jiyana mirov dikeve ye. Sînemxan anî ziman ku digel sirgûniyê, tu car dev ji jiyîn û lêkolînkirina çanda kurd bernedaye û wiha dom kir: "Li Tirkiyeyê dema 2 kurd têne cem hev, bi tirkî diaxivin." Sînemxan, banga jiyandina çand û zimanê kurdî kir.

Keça kedkarê ziman û çanda kurd Celadet Elî Bedirxan a bi navê Sînemxan Bedirxan, di çarçoveya 2'yemîn Rojên Çand û Hunerê ya Cizîrê de beşdarî gotûbêja 'Çîroka Sirgûniyek' bû. Siyasetmedar, parlementer û şaredarên DTP'yî jî di nav de gelek kes beşdarî gotûbêjê bûn. Sînemxan di destpêka axaftina xwe de got; "Ez serbilind im ku li diyarê malbata Bedirxaniyan, li Cizîrê me" û aliyên trajîk ên sirgûniya malbata Bedirxaniyan vegot.

'Sirgûnî derba herî mezin a li jiyan mirovan dikeve ye'

Sînemxan, diyar kir ku sirgûnî jiyana mirovan parçe parçe dike. Sînemxan, anî ziman ku hemû malbata wê li sirgûniyê mirine, lê hesreta welat her tim di dilê wan de bûye. Sînemxan wiha got: "Xizmên me yên ku li Lubnanê li gundek dijîn û ji malbata Bedirxaniyan in, ji ber ku li Gîrîtê mezin bûne, bi yewnanî diaxivin. Ev jî, çîroka trajîk a malbata Bedirxaniyan pir baş salox dike. Sirgûnî derba herî mezin a li jiyan mirovan dikeve ye."
Sînemxan da zanîn ku digel sirgûniyê tu car dev ji jiyandina çanda kurd bernedane û wiha dom kir: "Bavê min Celadet, hê ez 5-6 salî bûm, dema ez dibirim dibistanê, her tim ji min re wiha digot 'Keça min, binhêre, em cizîrî ne, ji malbata Bedirxaniyan in û welatê me Kurdistan e. Vê yekê tu car jibîr neke.' Em hê di zarokatiya xwe de, mecbûr bûn ku heftiyê helbestek Cegerxwîn ezber bikin."
Sînemxan, banga "Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, çanda kurd bidin jiyîn" li malbatan kir.

'Min li Cizîrê veşêrin'

Sînemxan rexneya "Li Tirkiyeyê dema 2 kurd têne cem hev, bi tirkî diaxivin" kir û diyar kir ku ev ferasetek pir şaş e. Sînemxan, destnîşan kir ku divê kurd tirkî deynin aliyek û kurdî hembêz bikin. Sînemxan, li hizûra cizîriyan wesêta xwe kir. Sînemxan got ku dixwaze demek ji ya din zûtir bighîje warên xwe û dema ku mir jî, li Cizîrê were definkirin. Sînemxan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bi hesreta Kurdistanek azad, we hemûyan silav dikim." Kesên li salonê bûn, demeke dirêj ji bo Sînemxan, li çepikan xistin.

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nûçe TV û MMC TV têne girtin

ad

Li Zarokistanan xizmetên pirzimanî dest pê kirin

ad

Nameya Demirtaş a bi kurdî

ad

Asayîşa Rojava: Li Rebîa tenê YPG heye

ad

Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ

ad

Pirtûkek çîrokan, yek a helbestan du pirtûkên nû derketin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname