Wan
Li Wanê gotin dê AFAT bi sedhezaran daran jê bike. Şaredarê Wanê Bekir Kaya li ser vê îdîayê ket nava tevgerê.
Şaredar Kaya, Şaredarê Çelebîbag ê BDP'ê, rêveberên BDP'a Ercîşê çûn Ercîşê û lêkolîn kirin. Kaya encama lêkolîna xwe di Twitterê de weşand.
Kawa wisa nivîsî:
- Li gund bi hevkariya TOKÎ û AFAD'ê* dê 67 avahî bêne sakririn. Milkê eraziya li gund di destê xezîneyê de ye lê ji sala 1952'yan ve gundî eraziyê bikar tînin.
- Bi awayekî rêk û pêk ji gundiyên bac tê girtin. Digel ku eraziya vala û eraziya çêreyê heye jî ew dixwazin li ser eraziya çandiya genim avahiyan saz bikin.
- Midûriya Bajêr a AFAD û Qeymeqamiya Ercîşê îhale çêkirin. Plankirine ku roja duşemê qadê vekin.
- Qada li ser nîqaş tê kirin 132 hezar metreçarqorzî ye. Ev eraziya çandiyê û li ser li dor 2 hezar darên mêwe û 200 hezar heb darên spîndar (hewr) hene.
- Ev agahî ne tenê çavdêriyên heyeta me di heman demê de di rapora pêzanên zerîetê de jî hene.
- Bi kurtahî li gundê 'Çatakdîbî' ya Ercîşê feraseta 'kes nizane, her tiştî navend dizane' serdest e û ji kesek ji wê derê nepirsîne ku tiştek wisa bikin yan na. Di rapora pêzanên zerîetê de jî tê gotin ku 'ev erazî ji bo her cure çandiyê guncan e'.
* AFAD û TOKÎ her ku jî girêdayî dewletê, digerêdayî hikumetê ne.
Têbiniya Diyarnameyê: Piştî me ev nûçe weşand, di facebookê de agahiyên ku "Ji vê derê re dibêjin 'Aşê Keşîş' hatin belavkirin. Em vê agahiyê li nûçeya xwe zêde dikin.


