Cemil Oguz / Frankfûrt
64'emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfûrtê ku hin weşanxaneyên kurdan jî lê amade bûn, roja 14'ê mehê bi dawî bû. Emê li ser fûarên hin notan pêşkêş bikin, fermo:
- Bajarê Frankfûrtê bi fûara/ên xwe tê nasîn. Digel fûarên li ser tiştên cur bi cur her sal Fûara Pirtûkan jî lidar dikeve û bi vê yekê ji piraniya welatên dinyayê weşanxane û nivîskar tên Frankfûrtê.
- Îsal jî gelek eleqe hebû. Ji ber vê eleqeya mezin li der û dora fûarê hemû otel tijî bûn. Yên ku hinek dereng mabûn ku li otelan cih veneqetandibûn cih nedîtin, mecbûr man bi saetek li cihên dûr li otelan bi cih bibin.
- Fûar ji sala 1949'an ve li dar dikeve û her sal ji zêdeyî 100 welatan weşanxane û ajansên ku telîfên pirtûkan saz dikin beşdar dibin. Di nav weşanxaneyan de yên dewletan, yên serbixwe û yên muxalîf jî hene. Îsal jî wisa bû. Îsal bi ser 7 hezar standî de stand hatin vekirin.
- Her sal weşanxaneyên di warê wêje, huner, zanist, bandorên çandî, kar, ol, ziman de weşanê dikin, digel nivîsêr xwe, digel saziyên sivîl beşdarî fûarê dibin. Ev weşanxane û sazî her sal bi ser 3 hezarî de panel, gotûbêj û konferansan li dar dixin, îsal jî wisa bû.
- Her sal welatekî wekî Welatê Mêvan (ku ew navê Welatê Xwedî Fûarê bi nav dikin) beşdarî fûarê dibe. Ev Welatên Mêvan ne mecbûr e xwedî dewletek be. Mînak di sala 1991'ê de Spanya bû, di sala 2004'an de Welatên Ereban, sala 2007'an de Katalanya (digel ku dewleta wê tune ye jî) bû. Tirkiye jî di sala 2008'an de kirine mêvan. Îsal Welatê Mêvan Zelandaya Nû bû. Du salên pêş jî Welatên Mêvan (2013 Brezîlya, 2014 Finlandiya) diyar in, salên pêş 2 sal berê de diyar dikin.
- Li nav kurdan jî ji bo bibin Welatê Mêvan fikir heye. Lê hê hewldaneke wisa tune ye. Ji Wezareta Rewşenbîrî ya Başûrê Kurdistanê Muhsîn Osman ji bo me got ku emê bixebitin ku fûar salek kurdan jî bike mêvan.
- Li fûarê sê rojên pêşîn derî ji bo gel girtî ye. Tenê nivîskar, weşanger û xwediyên ajansên li ser telîfên pirtûkan dixebitin dikarin beşdar bibin. Di van rojan de nivîskar, weşanger û ajans bi hev re dikevin nav têkiliyê ji bo firotina telîfên pirtûkên xwe, ji bo wergerandina pirtûkan bi zimanên din. Divê em bibêjin ku di van her sê rojan de li ber weşanşaneyên biyanî
de eleqeyeke mezin hebû, lê yên kurdan na. Kurd di vî warî de, yanê di warê têkilî deynin bi weşanxaneyên biyanî re û pirtûkên xwe bi din wan ji bo wergerandina zimanên wan hinek sist in. Di vî warî de divê ez bibêjim ku ji nav nivîskarên kurd Helîm Yûsiv hinek xwe amade kiribû (digel Hêvî Grûp ku piştgirî dida Yûsiv), bi hin weşanxaneyên biyanî re dan û standin kir jî.
- Her du rojên dawî yên fûarê derî ji bo gel jî tê vekirin. Yên ku ji bo meraqa pirtûkan tên, yên ji bo temaşekirina konferansan, lê yên ku kincên cur bi cur (kincên korsanan, kincên sewalan, yên bûkên bixwîn û hwd) li xwe kiribûn û li nav fûarê peyase dikirin jî hebûn.
- Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de 11 salon hene, her salon, yan jî parek ji salonê ji bo welatekî hatiye veqetandin. Weşanxaneyên vî welatî li kêleka hev in. Weşanxaneyên kurdan jî di bin banê van welatan de standan vedikin. Ev çend sal in Hêvî Grup di bin banê Tirkiyeyê de, Weşanên Mezopotamya di bin banê Almanyayê, weşanên kurdan ên ji Başûr hatine jî li kêleka ereban, di bin banê Iraqê de standan vedikin.
- Di standa Wezareta Rewşenbîrî ya Hikumeta Kurdistana Federe me bi berpirs Muhsîn Osman re xeber da. Osman wisa got: Em dikin bi vê xebata xwe pirek di nav gelan de saz bikin. Ji bo belavkirina derdê kurdan em li vê derê ne. Em bi zimanê kurdî, erebî, îngilîzî, almanî ji bo nasandina kurdan pirtûkan amade dikin û li vir pêşkêş dikin. Pirtûkên me yên li vir li ser ziman, dîrok, edebiyat, erdnîgarî, siyaseta Kurdistanê ne. Emê roja dawî ya fûarê bi xanima berpirs a fûarê ya Berpirsa ji Welatên Rojhilat re dan û standinek pêk bînin. Emê jê daxwaz bikin û hewl bidin ku di salên pêş de kurd jî wekî Welamê Mêvan bên qebûlkirin û di fûarê de cih bigirin. Hin kêmasiyên xwe yên ku me dîtin jî emê di salên pêş de wan jî saz bikin, bê kêmasî beşdar bibin.
- Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Kurdistana Federe Dr. Kawa Mehmûd jî ji bo me wisa axivî: Wekî Kurdistanê ev sala 9'an e em li vir standê vedikin. Wekî Hikumeta Herêmê em li vir nûnertiya Kurdistanê dikin, em wekî sefaretek kar dikin. Ev der ji bo me firsendek girîng e, ji bo pirtûkan, ji bo nasandina kurd û Kurdistanê. Kultura kurdan jî kultureke resen a mirovatiyê ye. Em kultura kurdan ji bo niştimanên din nîşan didin.
- Nûnerê Hikumeta Kurdistanê yê li Berlînê Deştî Hemereş jî ev tişt anîn ziman: Nûneriya Hikumetê li Berlînê di meha 5'an a sala 2010'an de bi awayekî fermî vebû ku berpirsê me yê wir Dilşad Barzanî ye. Em li vir ji bo kurdan lobiyê dikin, bi civatê re têkilî datînin. Em alîkarî ji bo kurdan dikin. Belgeyên dema ji bo sefaretê lazim bin em wan saz dikin, alîkarî wan dikin. Pêwendî me ligel welatê Alman baş in, xebatên me yên lobiyê jî baş diçin. Li vê standê jî em xebatên xwe didin nasîn. Berê li vê derê saziyên kurdên başûr li ser navê me stand vedikir. Ev du sal in em wekî hikumet em vedikin. Bi awayê fermî vekirîn baştir e, bi sîstematîk kirina kar wisa baştir e.
- Ji Başûr, digel Wezareta Rewşenbîrî, hin weşanxaneyên din jî stand vekiribûn.
- Berpirsê Hêvî Grup Agirî Soran ku ev du sal in li fûarê cihê xwe digirin, nasandina pirtûka û xebata kurdî dikin jî wisa got: Xwesteka me cudatir bû, me tiştên pêşketîtir hêvî dikirin lê dîsa jî baş bû ji bo me. Ji bo me ya herî girîng ew e ku em bi weşanxaneyên biyaniyan re têkilî deynin, mafê çaptirina pirtûkên kurdî bifroşin welatên biyaniyan. Ev alî kêm e. Îsal ji bo Helîm Yûsiv me hin broşur amade kirin, bi weşanxaneyên biyaniyan re têkilî danî. Helîm bi sê çar weşanxaneyan re têkilî danî. Em tenê nikarin tiştek bikin. Di vî warî de divê nivîskar jî xwe baş amade bikin, biyografiya xwe amade bikin ku em bi hev re herin cem weşanxaneyên biyaniyan. Îsal panelên me jî baş bûn, gelek kes hat serdan pêşangeha me jî. Em dixwazin alîkarî bidin hemû nivîskarên kurd. Derdê me ew e em pirtûkên wan bifroşin biyaniyan û bi wan bidin wergerandin.
- Di panela roja 13'yan a ku Hêvî Grup amade kir de nivîskar Helîm Yûsiv, Serokê Komeleya Nivîskaran Şêxmûs Sefer û rojnameger Cemil Oguz amade bûn. Yûsiv li ser wêjeya li sirgûniyê, Sefer li ser nivîskarên kurd ku çawa xebatê dikin, Oguz jî li ser kovar û weşanên kurdî yên li Bakur axivî. Beşek biyanî, beşek jî kurd li panelê wekî guhdar amade bûn û piştî axaftina pirsên xwe kirin.
Di panela roja 14'an a Hêvî Grupê de jî nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç, Perwîz Cîhanî û Mîr Qasimlo amade bûn.
- Weşanên Mezopotamya jî du panel li dar xistin.
- Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ji bo saleke din di heman mehê de bi Mêvaniya Brezîlya li dar bikeve xatir ji mêvanan xwest.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê dest pê kir
- Nivîskarên kurd diçin Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê
Têbinî: Ji ber kêmasiyeke teknîkî, me nikarî wêneyên fûarê lê bar bikin. Gavek din emê lê bar bikin.


