logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

‘Fîlmekîmî’ di 10 saliya xwe de li 6 bajaran e

Festîvala Fîlman a Payîzê FÎLMEKÎMÎ îsal digel Stenbolê li Amed, Îzmîr, Bursa, Konya û Trabzonê jî li dar dikeve.

  • Dîrok: 07/09/2011
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Festîvala Fîlman a Payîzê FÎLMEKÎMÎ îsal digel Stenbolê li Amed, Îzmîr, Bursa, Konya û Trabzonê jî li dar dikeve.

Fîlmekîmî ku ji aliyê ÎKSV (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê li dar xistin îsal ket 10 saliya xwe. Festîvala ku îsal di navbera 8-15’ê kewçêrê de li Stenbolê li dar dikeve, dûre diçe bajarên din. Festîval yekemîn car li derveyî Stenbolê jî li dar dikeve û li gor bernameya festîvalê di navbera 13-16’ê kewçêrê de il Îzmîr, di navbera 20-23’yê kewçêrê de li Bursa û Konya, di navbera 27-30’ê mehê de jî li Amed û Trabzonê li dar dikeve.
 
Bernameya festîvalê hat eşkerekirin. Dîrektora Festîvalê Azize Tan got ku niha wan navê 30 fîlmî eşkere kirine lê di rastiya xwe de dê 40 fîlm bêne nîşandayîn û 10 fîlmên navên wan nehatiye eşkerekirin dê di rojên pêş de eşkere bikin.

Tan got ku digel par 43 hezar kesî li festîvalê temaşe kiriye jî îsal wan nekariye sponsor bibînin û bêyî sponsor festîvalê li dar dixin, em di meha rezberê de li benda her kesî ne ku bêne temaşekirina fîlman. Li ser fîlmê herî serketî yê festîvalê kîja ye jî Tan wisa got: "Bi ya min fîlmê Cefer Penahî 'Ev ne fîlmek e' derdikeve pêş û divê her kes lê temaşe bike. Penahiyê ku ji çêkirina fîlman hatiye mehkûmkirin di vî fîlmî de, mehkûmkirina sînemagerekî ji çêkirina sînemayê tişteke çawa ye nîşan dide.

Di festîvalê de fîlmên ku di festîvalên wekî Berlîn, Cannes, Venedîk û Toronto de promiyera dinyayê hatine kirin û xelat girtine dê bêne nîşandayîn.
Di 8 rojên festîvalê de fîlm dê li Beyogluyê li sînemayên Atlas û Beyoglu, li Nîşantaşi li Nişantaşi City's û li Maçkayê jî li Cinebonusê bêne nîşandayîn. Festîvala ku di sala 2002'yan de dest pê kir ji serî de li Sînemaya Emekê dihat nîşandayîn lê ji ber girtîbûna Emekê li salonên din derdikeve pêşberî temaşevanan.

Ji bilî Stenbolê, li bajarên din bi alîkariya bernameya MEDIA ya Yekîtiya Ewropayê festîval li dar dikeve. Li gor bernameyê li Îzmîrê li YKM Cinebonus, li Bursayê Sînemaya Burç, li Konyayê Sînemaya Kule Site, li Trabzonê Cinebonus Forum Trabzon û li Amedê jî li Avrupa Sinemasi dê fîlm bêne nîşandayîn.

Bilêtên fîlman îsal li Îzmîrê 10 Tl û 8 TL (yên erzan), li Bursa, Konya û Trabzon 8 TL û 5 TL (yên erzan) û li Amedê jî 5 TL û 3 TL (yên erzan) ne.
Li Stenbolê jî nava hefteyê (di seansên 1.00, 13.30, 16.00) bilêt bi 5 TL, seansên nava hefteyê yên 19.00 û 21.30 û dawiya hefteyê hemû de bi 14 TL û 8 TL (yên erzan) têne firotin. Di 1'ê rezberê de dê dest bi firotina fîlman bê kirin.

Vane hin fîlmên ku di festîvalê de derdikevin pêş:

• ELENA / Derhêner: Andrey Zvyagintsev
Andrey Zvyagintsev ku bi fîlmên xwe "Veger" û "Sirgûn" beşdarî Festîvala Fîlman a Stenbolê bûbû û rastî eleqeyeke baş hatibû vê carê bi "Elena" dibe mêvanê Fîlmekîmî.
Fîlm li Cannesê di beşa "Nêrîneke Diyar" de hat nîşandayîn û Xelata Juriyê girt. Fîlm çîroka Elena ku kurê wê ji bo pêşeroja xwe biryareke dijwar daye û jiyan veguheriye xemginiyekê. Her wiha fîlm rewşa ehlaq û fedekariya li Rusyaya niha digire bin lêpirsînê.

• Zarokê Bi Bisqilêt / BİSİKLETLİ ÇOCUK / LE GAMIN AU VELO / Derhêner: Jean-Pierre Dardenne & Luc Dardenne

Fîlmî di Festîvala Cannesê de Xelata Mezin a Juriyê tevî "Bir Zamanlar Anadolu" ya Nuri Bilge Ceylan girt.
Fîlm çîroka Cyril ê 11 salî ku bavê wî êdî wî naxwaze û li yêtimxaneyê dimîne bi zimanekî hikayeyî pêşkêş dike. Di serlîstikvaniya fîlm de Thomas Doret ê biçûk heye ku bi lîstina xwe gelek bal kişand.

• MELANKOLİA / MELANCHOLIA / Derhêner: Lars von Trier
Lîstikvana fîlm Kirsten Dunst bi rola xwe ya di vî fîlmî de li Cannesê Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt. Derhêner li ser naveroka fîlm dibêje: "Fîlmekî xweş ê li ser dawîlêhatina dinyayê."

• SNOWTOWN / Derhêner: Justin Kurzel
Fîlmê derhênerê avusturyayî Justin Kurzel "Snowtown" li Cannesê Xelata FIPRESCİ girt. Jamieyê 16 salî di dema ku dixwaze ji şîdetê dûr here, nêzî kujer John Bunting tê.

• Ev ne fîlmekî ye / BU BİR FİLM DEĞİL / THIS IS NOT A FILM / Derhêner: Mojtaba Mirtahmasb & Cafer Panahi
Derhêner Cefer Penahî ji ber sedema piştgirî dabû muxalifên îranê ceza lê hatibû birîn ku 20 salan fîlm nekişîne û her wiha cezaya hepsê ya li mal dabûnê. Penahî di dema ku li mala xwe vê cezayê dikişîne hevalê wî derhêner Mojtaba Mirtahmasb ji bo rojekê tê serdana wî û ew li mal vî fîlmî dikişînin. Ew piştî kişandinê fîlm di USB'yekê de ku di nav pastayekê de veşartine derdixin derveyî Îranê û li Cannesê nîşan didin.

• Cihê ku ez dixwazim lê bim / OLMAK İSTEDİGİM YER / THIS MUST BE THE PLACE / Derhêner: Paolo Sorrentino
Fîlm wekî gelek fîlmên ku li ser Qampa Auschwitz ya di dema Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de hatine kişandin, mijar3e digire dest. Fîlm îsal li Cannesê Xelata Yekîtiya Dêran girt.

• ARTİST / THE ARTIST / Derhêner: Michel Hazanavicius

• LA GUERRE EST DECLARÉE / Valérie Donzelli

• Baş e niha bi ku de? / PEKİ ŞİMDİ NEREYE? / WHERE DO WE GO NOW? / Derhêner: Nadine Labaki

• Perok / SALGIN / CONTAGION / Derhêner: Steven Soderbergh

• A DANGEROUS METHOD / Derhêner: David Cronenberg

• HWANGHAE / Derhêner: Na Hong-Jin

• Hûn bi xêr hatin Almanyayê / ALMANYA’YA HOŞ GELDİNİZ / WILLKOMMEN IN DEUTSCHLAND / Derhêner: Yasemin Şamdereli

• MARGIN CALL / Derhêner: J.C. Chandor

• Delala radizê / UYUYAN GÜZEL / SLEEPING BEAUTY / Derhêner: Julia Leigh

***

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 04 2026

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Kîjan nivîskar û kî yê lê guhdarî bike?

ad

Îshak Tepe mir

ad

3 nivîsên nû yên nivîskarên me

ad

Dozger dixwazin siyaset li van qedexe be

ad

"Kurdistan" beraet kir

ad

Li Meclisê êrîşê mebûsê DEM Partî kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname