logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Di Kongreya WALTIC'ê de nivîskarên kurd axivîn

Di Kongreya Nivîskar û Wergerên Wêjeyan a Navneteweyî (WALTIC) de nivîskarên kurd jî amade bûn û axaftin kirin.

  • Dîrok: 03/09/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Di Kongreya Nivîskar û Wergerên Wêjeyan a Navneteweyî (WALTIC) de nivîskarên kurd jî amade bûn û axaftin kirin.

WALTIC ji bo nivîskar, wêjevan û wergerên dinyayê bêne ba hev, hev nas bikin ev duyemîn car e li dar dikeve. Piştî sala 2008'an WALTIC'ê vê carê 2'yê mehê li Stenbolê, li Zanîngeha Bilgiyê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Kongre heta 5'ê mehê wê bidome. Waltic bi zimanî îngilîzî li dar dikeve. Di nav de tenê nivîskarên kurd bi zimanê xwe axivîn û ew ji bo îngilîzî hat wergerandin.
Ji kurdan lêkolînvan Zeynel Abidin Zinar, nivîskar Fehim Işik û Ali Fikri Işik* beşdarî WALTİC'ê bûn û gotarên xwe bi kurdî pêşkêş kirin.

Di rûniştina ku moderatoriya wê mamoste Ronayî Onen kir de pêşî lêkolînvan û nivîskar Zeynel Abidin Zinar axivî û li ser 'dewlemendiya folklora kurdî' sekinî. Zinar got ku folklora her neteweyî, girêdayê bi çanda wî neteweyî ve ye, eger çanda neteweyî dewlemend be, folklora wî neteweyî jî dewlemend e. Eger çand lawaz be, folklor jî lawaz dibe. Yanî folklor, wêneyê xwe ji yê çanda netewî werdigire.

Peyva folklor ji ku tê?

Zinar li ser folklor çi ye jî da sekinî û wisa got: "Çawa ku tê zanîn, ji xelkê re  folk  tê gotin,  peyvika lor jî bi wateya zanîn/zanist e. Îcar dema ev her du peyvik digîjin hev, wateya  zanistiya gel didin. Lê belê Folklor bi wateya xwe ya ferhengî, pir fireh e û ji hemû tiştên ku têkiliya xelkê bi wan tiştan re heye re tê gotin. Peyvika  folklor cara pêşî li Londrayê sal 1846, ji aliyê William Thomasî  (1803-1885) ve hatiye gotin û di kovara  Athenaeumê de hatiye weşandin. Piştre jî Elmaniyan ev peyva folkloreyê bi kar anîne. Hin bi hin ev peyv li dinyayê belav bûye û ketiye nava zimanê kurdî jî."

Lêkolînvan Zinar paşê qala dewlemendiya çîrokên kurdî, di çîrokan de cure, awa û zimanên wan ji bo temaşevanan şirove kir.

Pêdiviya zimanên qedexekirî bi wergerê

Nivîskar Fehim Işik li ser "Girîngiya Wergêrê û Edebiyata Klasîk a Kurdî" sekinî. Işik li ser girîngiya wergerê sekinî û wisa got: "Wergêr, di danûstendina nav çand û zimanan de, di têgihîştina hev de ciyê herî girîng digire. Lê îro ya herî girîng jî ev e ku çand û zimanên qedexekirî, ji hemûyan zêdetir pêwîstiya xwe bi wergêrê heye."
Işik ji nav klasîkên kurdî qala werger, wêjevanên kurd kir û mijara xwe zelal kir.

Romana kurdî modernîzmê derdixe

Herî dawî jî nivîskar Alî Fikri Işik li ser mijara xwe ku mijara wî "Romana modern a kurdî" bû sekinî. Işık got ku ji bilî romanê ziman jî daxil, di nava cihana kurdewariyê de navgîneke ku xwe gihandiye asta modernîzmê tune ye û ev yek lê zêde kir: "Wisa xuya ye ku wê modernîzma kurdewariyê ji romana kurdî bi xuliqe."

Işık diyar ki ku li vî welatî hinek tişt ji robana kronolojîk cuda diherikin û wisa dom kir: "Aqilê civaka kurdî, aqilê siyasî ne aqilekî modern û bajarvanî ye. Ku em dîsa vegerin û li ser dîroka modernîzmê û hebekî bihizirin, emê bibînin ku têkiliya modernîzmê têkiliyeke bajarvanî ye."

Li dinyayê qîmeta zimanê kurdî zêde dibe

Piştî kongreyê lêkolînvan Zeynel Abidîn Zinar ku di her du kongreyên WALTIC'ê de jî amade bû, armanca kongreyê, nêzîkbûna wê ya li kurdî ji me re wisa anî ziman: "Ev kongre ji serê ewil de ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ve hatiye amedekirin. Armanc ew e ku nivîskar, helbestvan, wergerên dinyayê kom bike, wan ciheke bîna ba hev. Di vir de her kes li ser pîşeyê xwe xeber didin. Bi vê dikin ku biratiya zimanan çê bibe. Cara pêşî 2008'an de li Stockholmê çêbû. Navê min jî hinekan pêşniyar kiribûn. Hatin gotin zimanê me yê fermî îngilîzî ye, lê min got bi kurdî nebe ez beşdar nabim. Ez çûm bi kurdî min xeber da û ji îngilîzî wergerandin. Beşdar gelek bûn. Ev wisa kongreyeke ku dema bi dawî dibe encamê werdigerînin 140 zimanî û li dinyayê belav dibe. Min di wê kongreyê de li ser girîngiya yekbûna alfabeya kurdî ku divê latînî be xeber da. Di vê de jî min li ser folklora kurdî xeber da. Ji welatên cuda 600 kes hatine beşdar dibin. Qîmeta kongreyê ji bo kurdî gelek û ji ber ku beşdarên kurdî bi kurdî jî xeber dan ev zêdetir baş e. Mînak heta niha digotin kurdî tune, qedexe ye, vaye kurdî di kongreya navneteweyî de cih digire. Ji ber ku koma kurdî ku di kongreyê de di roja pêşî, saeta pêşî de cih dan wan ev jî girîng e û nîşan dide ku rûmeta zimanê kurdî zêde bûye li dinyayê. Niha eleqeya ji bo zimanê kurdî gelek bû.

* Gotarên ku hatin pêşkêşkirin îro emê di Diyarnameyê de biweşînin.

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Êdî bi kurdî emê derûniyê bixwînin: Psychology kurdî derket

ad

Bernameya BDP’ê ya Newrozê eşkere bû

ad

'Ne ji bo şer ji bo tenduristî'

ad

DYA ji UNESCO'yê vekişiya

ad

Di Kûpaya Cîhanê de Teknîk Dîrektorê herî buha

ad

Li Mêrdînê jî lîstika şanoyê ya bi kurdî hat qedexekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname