logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bernameya Festîvala Şanoyê hate pêşkêşkirin

Festîvala Şanoyê la Stenbolê di navbera 10 gulan-10 pûşperê de li dar dikeve. Di festîvalê de lîstikeke bi kurdî jî heye

  • Dîrok: 23/03/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

17’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 10 gulan- 10 pûşperê de li dar dikeve. Di festîvalê de yekem car lîstikek bi kurdî jî heye.

Li navenda ÎKSV’ê bi beşdariya Serokê Lijneya Rêveberiyê ya ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi, sponsorên festîvalê li ser navê Aygazê Midûrê Giştî Yagiz Eyuboglu û li ser navê Opetê midûrê Giştî Cüneyt Ağca û Dîrektora Festîvala Şanoyê ya Stenbolê Prof. Dr. Dikmen Gurun civîneke çapemeniyê hate li dar xistin.

Di civînê de Eczacibaşi bal kişand ser Stenbole ku Paytexta Çandê ya Ewropayê ye, da zanîn ku ji bo vê ew zêdetir li gelek cihên bajar çalakiyên li dar dixin. Eczacibaşi diyar kir ku heta niha wan li aliyê Ewropayê ya Stenbolê çalakiyên şanoyê li dar dixistin di vê festîvalê de em li aliyê Anatoliyê jî çalakiyan li dar dixin.

Bulent Eczacibaşi wisa got: “Şano dike ku civak bi çaveke din li xwe binêre, jiyana ku lê dijî bi awayekî din bibîne, dest dide beşên din ên hunerê û kifşên nû, awa û şiroveyên nû derdixe holê. Em dilgeş in ku piştgirî didin vê yekê.”

Piştî axaftinan dîrektor Gurun bernameya şanoyê eşkere kir. Di nav bernamaya 17’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Stenbolê de îsal ji derveyî Tirkiyeyê 9 komên şano û dansê û nêzî 30 lîstik, dans, performans û pêşandanên taybet ên ji Tirkiyeyê yekem car wê derkevin ser dikê. Di çarçoveya festîvalê de li 18 cihên cur bi cur wê 90 çalakiyên cur bi cur bêne pêşkêş kirin. Digel van gotûbêj û xebatên atolyeyan wê li dar bikeve.

Îsal ji ber ku “Li Tirkiyeyê Sala Japonan” e wê sê lîstikên japonan jî bêne pêşkêş kirin.

Xelata rûmetê

Festîval her sal xelatên rûmetê dide. Îsal ji ber keda wî wê xelata rûmetê bidin lîstikvan, derhêner û perwerdekar Erol Keskin û derhêner, perwerdekar û nivîskarê japon ê navdar Tadashi Suzuki. Erol Keskin di 10’ê gulanê roja duşemê di merasima destpêka festîvalê de wê xelata xwe bigire. Suzuki jî roja 26’ê gulanê sait 20.30’yan de bi pêşkêşkirina lîstika xwe ya bi navê “Elektra” de wê xelata xwe bigire.

Cihên çalakî li dar dikevin

Çalakiyên festîvalê îsal li 18 cihan li dar dikevin. Girtîgeha Kevn a Bayrampaşayê, Navenda Çanda Caddebostan, Salona Cemal Reşit Rey, Çiplak Ayaklar Dans Studyosu, Garajistanbul, Sehneya Haldun Taner, Sehneya Harbiye Muhsin Ertugrul, Kumbaraci50, Lutfi Kirdar Uluslararası Kongre ve Sergi Sarayi, Navenda Pêşandan a Zanîngeha Sabanci, Salon, Semaver Kumpanya Çevre Tiyatrosu, Ses Tiyatrosu, Sehneya Şişli Cevahir, Talimhane Tiyatrosu, Tiyatro Pera, Sehneya Tekelê ya Uskudarê û sehneya Uskudar Studyoyê wê ji bo çalakiyên şanoyê mazûvanî bikin.

Hin lîstikên li şanoyê

Ji Almanya, Avusturya, Belçika, Hollanda, Îngilistan, Îtalya û Japonyayê komên şanoyê tên Stenbolê.

“ŞEYTANİ KOMEDYA – JOHN MALKOVICH’LE PODIUMARTISTS”
Ev lîstik ku John Malkovich serlîstikvaniya wê dike li Ewropayê deng veda. Lîstik ser çîroka qatil Jack Unterweger ê li hemberî nivîskar, helbestvan û jinên avusturyayî ye. John Malkovich, karakterê bi navê Unterwegerê ku di sala 1974’an de tê girtin piştî salan ji ber ku baş bûye tê berdan lê piştî demekê dîsa dest bi kuştina fahîşeyan dike û tê girtin, di dawiyê de jî întîxar dike dilîze.

DAVA (DOZ)– MÜNCHNER KAMMARSPIELE
Derhênerê alman Andreas Kriegenburt lîstika “Doz”ê ji romana Franz Kafka girtiye û pêşkêş dike.

CINECITTA APERTA – VOLKSBUHNE AM ROSA-LUXEMBURG-PLATZ
Nivîskar û derhêner Rene Pollesch di sêbareya Rihî de beşa diduyan a “Cinecitta Aperta”yê pêşkêş dike. Cinecitta Aperta bi vegotina xwe ya polîtîk a xurt, bi teknîka xwe ya balkêş û dîtbariya xwe balê dikişîne.

Lîstikvan bi kurdî: Nora

Yekem car lîstikeke şanoyê ya bi kurdî di nav bernameya festîvalê de cih digire. Tiyatro Boyali Kuş ku dehemîn salvegera xwe pîroz dike lîstika “Nora/Nûrê” bi kurdî pêşkêş dike. Lîstika ya Henrik Ibsen ku bi tevgera azadiya jinan re bûye yek lîstikek bi kurdî ye. Derhênera lîstikê Jale Karabekir e û lîstik ji aliyê Aydin Orak ve ji bo kurdî hatiye wergerandin. Lîstik bi şiroveyeke femînîst a hemdem tê pêşkêş kirin.

Ji bo 150’emîn salvegera bûyîna Anton Çehov de sê lîstikên cihê yên Çehov di festîvalê de têne pêşkêş kirin. Lîstika “Xalê Vanya”, “Piyano” û “Qaqlîbaz” wekî sê lîstikên Çehov di festîvalê de derdikevin ser dikê.

Lîsitkvan Derya Alabora bi Tiyatro Grup ku wê ava kiriye ji metna orjînal a Shakespeare ketiye rê û lîstikeke bi navê “Firtone” dikeve dinyaya bi sêhr û muzîkal. Derhêner Serdar Biliş ku li Îngilistanê nav daye û sê lîstikvanên jin wê “Firtone”yeke cihê ji Shakespeare pêşkêş bikin.

Lîstikvan û derhênerê navdar Genco Erkal jî li ser Nazim Hikmet lîstikek pêşkêş dike. Lîstika bi navê Wekî Kerem: Digel Nazim Hikmet 35 sal” careke din balê dikişîne ser helbestvanê navdar.

Yek ji lîstikên ku diyar e wê balê bikişîne jî “Son bir kez” (Cara dawî) ya lîstikvan Mahir Gunşiray û Tiyatro Oyunevî ye. Lîstik ji aliyê Asli Erdogan, Bejan Matur, Beliz Guçbilmez, Ece Temelkuran, Murat Uyurkulak, Şamil Yilmaz, Umit Kivanç ve hatiye nivîsandi.

Roja 3’yê avrêlê wê dest bi firotina bilêtên festîvalê bikin. Îsal buhaya bilêtên festîvalê di navbera 10 – 150 TL’yî de ye.

 ***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo min megrî Arjantîn

ad

Îşev du maçên girîng hene

ad

'Zarema'yê ji nû ve silav li xwendevanên xwe kir

ad

‘Şivan Perwer – Efsaneya Zindî‘ derket

ad

Ew jî pirtûkê dinivîse, va ye îdîayeke balkêş

ad

Eno name 121 sere dimara resa cay xwu

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname