logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Kawa Nemir: Shakespeare û Xanî bi hev re bixwînin

Li ser soneyên Shakespeare K. Nemir li NÇM'ê gotûbêjeke li dar xist. Nemir got: Shakespeare û Xanî bi hev re bixwînin.

  • Dîrok: 08/02/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Ji bo derketina soneyên Shakespeare helbestvan û werger Kawa Nemir li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) gotûbêjeke li dar xist. Nemir pêşniyar kir ku xwendevan soneyên Shakespeare û berhemên Ehmedê Xanî bi hev re bixwînin.

Helbestvan û werger Kawa Nemir bi keda xwe ya 16 salan soneyên William Shakespeare wergerand kurdî. Ji bo sohbeta li ser soneyan û îmzekirina pirtûkê li Navenda Çanda Mezopotamyayê çalakiyeke hate li darxistin. Helbestvan Nemir di gotûbêja xwe de berê her tiştî bal kişand ser hebûna ziman û wisa got: "Problema sereke zimanê me ye. Zimanê ku em xwedî lê dernakevin. Em hînê zarokên xwe nakin. Ger em zimanê xwe ji neviyên xwe re nehêlin emê çi bihêlin?" Nemir rexne li nivîskarên kurd ku zimanê xwe hînê zarokên xwe nakin jî kir û ev yek lê zêde kir: "Hin nivîskarên me hene bi kurdî derdê xwe tînin ziman, qedrê digirin lê zarokên wan bi kurdî nizanin. Em Shakespeare wergerînin kurdî jî lê ger kesên ku nikaribin bixwînin tune bin wê bi kêrî çi bê?"

Kawa Nemir diyar kir ku ji roja ku wergera wî ya soneyên Shakespeare derketiye ji çapemeniya kurd zêdetir çapemeniyê biyanî cih dide û qala zimanê ku hatiye qedexekirin dike. Helbestvan Nemir nêzîktêdayîna William Shakespeare û Ehmedê Xanî jî wisa anî ziman: "Xanî û Shakespeare nêzî hev in. Di edebiyata îngilîzî de yên ku bi xwendinê nizanin jî haya wan ji Shakespeare heye, Xanî jî wisa heye. Milet, dema nivîskarên wan ên mezin hebin dibe milet. Berhemên Xanî ji yên Shakespeare xurtir in. Ez pêşniyar dikim ku dema we soneyên Shakespeare xwendin pêre jî Enmedê Xanî bixwînin. Me piçek xebat bikira, Mem û Zîn wergeranda zimanê biyanî wê rewş wisa neba."

Nemir diyar kir ku wî heta niha 80 pirtûk ji îngilîzî wergerandine lê hemû nehatine weşandin, li ser wergera Shakespeare jî ev yek anî ziman: "Ez dibêjim di 16 salan de min ev wergerand hin dibêjin 'çawa dibe?' Ji bo ku soneyên Shakespeare baş fêm bikim û wisa bi awayekî têkûz wergerînim min hewl da. Di wergerê de min dît ku zimanê kurdî çiqasî xurt e. Hin qîmetê nadin wergerê, dibêjin 'divê em bi xwe binivîsin.' Ez jî dibêjim, heta em berhemên dinyayê nas nekin em nikarin a xwe jî binivîsin."

Helbestvan Nemir li ser metoda xwe ya wergerandinê jî sekinî û wisa got: "Metoda min a edebî danberhevkî ye. Dema ez edebiyata dinyayê dixwînim ez dibêjim di edebiyata kurdî de bi qasî vê berhemeke heye yan na? 16 sal berê min got Ehmedê Xanî bi qasî Shakespeare e."

Helbestvan Kawa Nemir li ser pêşbîniya Ehmedê Xanî jî wisa got: "Dema li rojava hê qala netewe dewletê nedihat kirin Ehmedê Xanî qala netewe dewletê dikir. Xanî ji bo zarokan ferheng, Nûbara biçûkan amade kir. Ev Nûbara biçûkan li ser rûyê dinyayê yekem ferhenga ji bo zarokan e. Piştî Xanî li Fransayê Jean Jacques Rousseau 'Emile' ji bo zarokan nivîsî. Niha bi xêra Shakespeare em vedigerin ser çavkaniyê xwe."

Piştî gotûbêjên şanogeran soneyên Shaskepeare xwendin û Kawa Nemir pirtûka Shakespeare ku wergerandibû îmze kir.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Kawa Nemir soneyên William Shakespeare wergerand

-

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gelo dê Kerkûk jî bibe wekî Mûsilê?

ad

Xêza rojê ev e

ad

Bi ya we Şaredarê Wanê li ku derê ye?

ad

Ji bo yên temaşe nekirine fîlmên Angelopoulos

ad

Tirkiye cara diduyan têk çû, va ne encamên duh û maçên îro

ad

Diyanet nizane bi kurdî silavê bide!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname