Diyarname
Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê meha pêşiya me dest pê dike. Di festîvalê de fîlmên kurdî jî hene.
46'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Fînlan a Antalyayê îsal di navbera 10-17'ê kewçêrê de li dar dikeve. Di beşa Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî de fîlmê Miraz Bezar ê bi navê "Min dît" jî heye. Di vê beşê de fîlmê ku bibe yekemîn 300 hezar TL pere xelatê digire.
Serokatiya vê beşa derhêner Erden Kıral die û lîstikvan İzzet Gunay û Nurgul Yeşilçay, derhêner Mustafa Altioklar, derhênerê hunerî Mustafa Ziya Ulkenciler, rexnegira sînemayê Omur Gedik, senarîst Sirri Sureyya Onder, lîstikvan û muzîkar Yavuz Bingol û nivîskar Zeynep Oral jî endamên juriyê ne.
Di beşa fîlmên metrajdirêj de fîlmê bi kurdî "Min dît" ê derhêner Miraz Bezar jî dê bikeve pêşbaziyê. Her wiha fîlmê Orhan Eskikoy û Ozgur Dogan ê bi navê "Du ziman û baholek" jî di vê beşê de ye.
Fîlmên din ên vê beşê jî ev in: Emre Şahin: "40", Kutlug Ataman: "Aya Seyahat", Meriç Demiray: "Babam Bufe", İlksen Başarir: "'Başka Dilde Aşk", Onur Unlu: "Beş Şehir", İnan Temelkuran: "Bornova Bornova", Murat Saraçoglu': "Deli Deli Olma", Umit Unal: "Golgesizler", Yavuz Ozkan: "İlkbahar Sonbahar", Mehmet Bahadirer û Maryna Gorbach: "Kara Kopekler Havlarken", Zeki Demirkubuz. "Kiskanmak", Reha Erdem: "Kosmos", Bahadir Karataş. "Usta" û Mahmut Fazil Coşkun: "Uzak İhtimal".
Di nav endamên pêşbaziya Kurtefîlman de jî Ozcan Alper, Hilmi Etikan, Mehmet Açar, Asli Selçuk û Tulin Ozen hene.
Di beşên pêşbaziya festîvalê, di beşa "Fîlmên Metrajdirêj" de 16 fîlm, di beşa "Kurtefîlman" de 26 fîlm, di beşa "Belgefîlman" de 25 fîlm û di beşa Pêşbaziya Navneteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj de jî dê 10 fîlm bi hev re bikevin pêşbaziyê
Di nav kurtefîlman de kurtefîlmên derhênerên kurd Cahit Çeçen bi navê "Tamirci Çiraxi" (Çiraxê Tamîrkar) û yê İmdat Serhat Karaaslan bi navê "Beş Lira" (5 TL) jî heye.
Di nav belgefîlmên ku beşdarî festîvalê dibin de jî belgefîlmên derhênerên kurd Rodî Yuzbaşî "Mezra Êzîdîyan", ê Mujde Arslan "Hewîtî" û yê Çayan Demirel "5 Nolu Ceza Evi" (Girtîgeha bi Nimreya 5'an) heye.
Di beşa pêşbaziya navneteweyî de ji 5 parzemînan, ji welatên wekî Macaristan, Îngilistan, Bulgaristan, Fransa, Ermenistan, Sirbistan, Hollanda û Swêd û Slovakya hene.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.