Dêrsim
9'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê bi dîmenên rengdar dest pê kir. Di mîhrîcanê de ku Parlemênterê DTP'ê yê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs axivî û diyar kir ku rûpela tarî ya 30 salên Tirkiyeyê li ber girtinê ye û da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd lêgerîn hene, lê lêgerîn bê muxetab in. Halîs, destnîşan kir ku projeyên ku Ocalan û PKK ne di nav de bin dê neçin serî.
9'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ku bi diruşma "Mûnzûr di asta yekemîn de bila qada sîtê bê îlankirin" bi pêşwaziya mêvanên xwe yên ku ji gelek deverên Tirkiyeyê hatin dest pê kir. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, parlementerê DTP'ê yê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs, parlementerên DTP'ê yên Amedê Gulten Kişanak, Aysel Tugluk, Şaredarên DTP'yî, Şaredara DTP'ê Dêrsîmê Edîbe Şahîn, parlementerê Dêrsîmê yê Serbixwe Kamer Genç, Waliyê Dêrsîmê Mustafa Taşkesen, Komeleya Dêrsîmiyan, EMEP, rêveberên ODP'ê û heyetên ji Ermenistan û Almanyayê hatin û gelekî saziyên civakî yên sivîl û nûnerên tevgerên derdorê, beşdarî mîhrîcanê bûn.
Bi boneya mîhrîcanê li bajar tevahî otel sazî malên mevanan tijebûn. Welatiyan li rex Çemê Mûnzûrê kon vegirtin. Her wiha li gelekî cihên bajar bi zaravayên kurdî kurmacî û zazakî panqartên, "Ey Mûnzûr bê dengiya nankoriya van mirovan parçe bike", "Bila Qada Mûnzûr di asta yekemîn de wekî qada sîtê bê îlankirin" hatin daliqandin. Bernameya mîhrîcana ku bi pêşwazîkirina mêvanên li ser Pirê Mazgirê dest pê kir, bi ajotina bisqilêtan a ji aliyê ciwanan ve ya ji bo Mûnzûrê dom kir.
Girseya ku Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna û rêveberên DTP'ê jî di nav de bi dirûşmeya "Mûnzûr azad e dê azad bimîne" û "Destên dirêjî Mûnzûrê dibin bila bişkin" ji pirê ber bi dikê ve meşiyan.
'Em astengiyên li ser Mûnzû
r û çanda xwe naxwazin'
Agirê mîhrîcanê ji aliyê Hevseroka DTP'ê Ayna, Walî Taşkesen, Şaredar Şahîn û Parlementer Halîs ve hate pêxistin. Şaredar Edîbe Şahîn axaftina destpêkê kir. Şahîn, mêvan bi zaravayên kurdî yên kurmancî û zazakî siav kir. Şahîn wiha got: "Çawa ku Mûnzûr ji kûrahiya dîrokê ve tê ya me jî wiha ye. Kes nikare pêşeroja me û herikandina Mûnzûrê asteng bike. Em li pêşiya Mûnzûr û li pêşeroja xwe astengiyan naxwazin."
Piştre parlementerê DTP'ê yê Dersimê Şerafettîn Halîs, anî ziman ku kurd rasti înkar û îmhayê hatin û wiha axivî: "Kurdên ku rastî înkar û îmhayê hatin bi berxwedanê gihiştin roja îro. Di şerê 30 salî de 30 hezar kes hatin kuştin."
Halîs bal şikand ser projeya hikumetê ya çareseriyê û destnîşan kir ku hikumet ji bo rastiyê nebîne bi inyad çavê xwe digre. Halîs wiha got: "Niha lêgerînek heye. Lê belê naxwaza bi muxatabê pirsgirêkê re çareseryê ava bike. Ger ku hûn PKK û Ocalan muxatab negirin hûn nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Divê bi gavên demokratîk û gavên ber bi çav çareserî pêk were."
'Lîstika ker û kora lîstin'
Halîs, bal kişand ser projeya bendava Mûnzûrê û diyar kir ku anî ziman ku ew li dijî projeyê têdikoşin. Halîs, li ser pirsgirêka elewiyan jî sekinî û wiha dom kir: "Kesên li hemberî pirsgirêka kurd lîstika ker û koran lîstin, niha dixwazin li hemberî pirsgireka elewî û projeya Mûnzûrê jî lîstika ker û koran bilîzin.
Waliyê Dersimê Taşkesen bal kişand ser cûdatiyan
Piştî Parlementerê DTP'ê Halîs Waliyê Dêrsimê Mustafa Taşkesen jî axaftinek kir û li ser turîzmê rawestiya. Taşkesen wiha got: "Qada turizmê ne tenê Antalyaye, Dêrsim jî xwedî dewlemendiyên turîzmê ye." Taşkesen bal kişand ser cudatî û biratiya gelan û axaftina xwe bi dawî kir.
Dema parlementerê Dêrsimê Kamer Genç ji bo axaftinê derket ser dikê ji aliyê girseyê ve hate şermezar kirin. Mihrîcan bi pêşandana lîstika Gel a Varvara Silemanû dom kir. Mihrîcan dê bi konser, panel û pêşandana heta şevê dom bike.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


