Lîga Ereban dijî Tirkiyeyê biryar girtin
Diyarname
Konseya Wezîrên Karên Derve ya Lîga Ereban roja 9'ê mehê li hev civiya û hin biryar girtin. Lîga Ereban got, "Bila Tirkiye provakasyonên xwe yên li Rojhilata Navîn rawestîne."
Konseyê li hemberî Tirkiyeyê ev biryar girtin:
- Destwerdana Tirkiyeyê ya li Lîbya, Iraq û Sûriyeyê li welatên Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn ewlehiyê tehdîd dike.
- Divê Tirkiye dest ji provakasyonên xwe yên li van welatan berde.
- Lîga Ereban destwerdanên Tirkiyeyê yên li Libyayê þermezar dike û êrîþên Tirkiyeyê yên il ser axa Sûriyeyê jî red dike. Ev kirinên Tirkiyeyê binpêkirina rêgezên Peymana Neteweyên Yekbûyî û binpêkirina biryarên Konseya Ewlehiyê ye.
- Di vî warî de em bi kêfxweþî pêþwazî li komîteya ku welatên Erebistana Siûdî, Yekîtiya Emîriya Ereban, Bahreyn û Iraq jî di nav de dikin.
Li aliyê din, li hemberî van biryaran Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku ew van biryarên bêbingeh reddikin.