Welatên rojava Îran şermezar kir, Çînê banga aramî kir
Diyarname
Ji duh êvarê de dinya li ser ÅŸerê di navbera Îran û Îsraîlê de diaxive. Rojeva dinyayê bi her awayî bûye ev mesele.
Îsraîlê êrîÅŸê avahiya konsolosxaneya Îranê ya li Sûriyeyê kiribû çendek berê. Li ser vê yekê Îranê duh êvarê bi fuze û Balafirên Bêmirov (BM) êrîÅŸê Îsraîlê kir.
Li ser vê yekê ji welatan daxuyaniyên cur bi cur hatin. Nûnerê Polîtîkaya Ewlehî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell got ku YE bi tundî êrîÅŸa Îranê ya li hemberî Îsraîlê ÅŸermezar dike.
Serokwezîrê Îngilistanê Rishi Sunak bi ser hesabê xwe yê X'ê re got ku ew bi vegotina herî xurt êrîÅŸa Îranê ÅŸermezar dike, Îranê nîÅŸan daye ku tovê kaosê biçine.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Stephane Sejourne jî bi heman gotinan êrîÅŸa Îranê ÅŸermezar kir. Serokê Hikumeta Demkî yê Hollandayê Mark Rutte, Wezîrê Karên Derve û Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê Antonio Tajani, Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas jî bi gotinên nezî hev êrîÅŸa Îranê ÅŸermezar kirin.
Wezareta Karên Derve ya Çînê daxuyaniyeke cuda da û got, "PiÅŸtî êrîÅŸa Îranê tirsa me ew e mesele girantir bibe; em banga aramiyê dikin."x