Biden paketa alîkariya 95 mîlyar dolarî îmze kir
Diyarname
Serokdewletê DYA'yê Joe Biden pakêta alîkariyê ya ji bo Ûkrayna û îsraîlê ku beramberî 95 mîlyar dolarî ye îmze kir.
Di nav paketa alîkariyê de mîlyar dolarek ji bo alîkariya mirovî ya gelê li Gazzeyê ye.
Ji bo alîkariya bo Îsraîlê bê kirin wisa hatiye gotin, "Tel Avîv divê li hemberî Îranê bê parastin."
Ji vê 95 mîlyar dolarî 61 mîlyar dolar wekî alîkarî ji bo Ûkraynayê dê here.
Paketa alîkariyê wekî 4 paketên cuda li Meclisa Nûneran a DYA'yê hatibû qebûlkirin, lê Senatoyê ew her çar kiribûn yek paket. Duh li Lijneya GiÅŸtî ya Senatoyê dengdan çêbûbû, li hemberî 18 dengên "na" bi 78 dengên "erê" pakêt hatibû qebûlkirin. Dûre Biden paket îmze kir.