‘Bira bira ye heq û hiquq li wê derê ye’
Dibêjin “biratiya gelan”, “biratiya tirk û kurdan”, “biratiya tirk û kurdan a îslamê” û nizanim a çi; ‘biratî…’, ‘biratî…’, ‘biratî...’, di devê her kesî de ev têgîn, mîna benîþtek dicûn, dicûn û di her tengasî û pirsgirekên navbera civatê de wekî çareseriyek diperçifînin û diteqînin. Qest ku ez dizanim, ên ku biratiyê ew qest diqîrin, bêheqiyê vediþêrin, ji bo ku dema birayek li birayê din neheqî bike, yê ku ji bo heqê xwe serî hildide re dibêjin hûn bira ne, dengê xwe meke.
Jixwe bi kurtî vebêjim, weleh û bîleh min ji bira û biratiyê pir kiþand û hê jî dikiþînim; ji vê yekê ye ku kî qala xweþikî û heq û hiqûqa biratiyê kir û pesand cinên min tên serê min. Ne divê yê ez bi dirêjayî qala sorboriya xwe, êþa ku birayên min di dil û mêjî û canê min dan, ked û salên min ên bindest, jiyana min a ser û bin kirî, bikim. Min ew kes, yanî birayên xwe terikand û qest ku bikarim wan nabînim. Ji vê yekê li ser biratiyê gelek ramiyam, li der û dora xwe mêziyam, biratiyê, an jî têkiliya navbera birayên din bibînim. Ya qest ku min li der û dora xwe dîtî bi piranî biratî têkileyeke qorim e.
Di zarokatî de dibe ku biratî xweþik be, lê dîsa jî di dema zarokatiyê jî zikreþiya navbera biran her kes dizane. Her ku bira mezin dibin, mijara desthilatdariyê di nav birayan de dest pê dike. Yê mezin li yê bicûk, yê jîr û lîstikbaz li yê din desthilatdariyê dike. Bi tenê erêniya biratiyê ew e ku dema ji derveyî malbatê êrîþek li birayan yekî bû, yê dîn dibin yek, piþtgiriya hev dikin. Bira li hêlekê gora hev dikolin, li hêla din hev digirin..
Biratî, têkiliya navbera biran e. Ev tekiliyek çawa ye, bi çi rengî ye ku ew qas tê pesinandin? Bi rastî biratî têkiliyeke wisa ê pesinandinê ye? Bi rastî têgîna ‘biratî’ ji ku û çawa ketiye lîteratura siyasî?
Ez fikirîm, dibe ku ‘biratî’ bi riya ramanên cepgirên Tirkiyê ketibe lîteratura siyasî. Ji bo ku çepgirên Tirkiyeyê ne ji civaka karkerên bajarî bûn, ji xortên ku ji civaka feodal, gundî pêk hatibûn. Xwestina mîrovahiyê ya îdeal “azadî, wekhevî û piþtgirî” guherandibûn û kiribûn “azadî, wekhevî û biratî” Ji bo gundiyan biratî piþtgirî bû.
Ma di þoreþên din ên dinyayê de têgîna “biratî” heye an na? Min li ser înternetê lêkolîn kir. Pêþî, min bi Þoreþa Fransayê dest pê kir. Min dît ku di Þoreþa Fransayê de banga “liberte, egalite û fratemitè” yanî “azadî, wekhevî û biratî” heye. Min ji xwe pirsî, ji bo çi þoreþgerên fransî ev tegîna qotim girtiye, kiriye armancek xwe? Þoreþa Fransî þoreþek ji civatek feodal çînek nû derxistibû û di nav malbatên gundî yên feodal de bira hebûn û divêye bûn piþtgiriya hev bikin. Li ciyê têgîna piþtgiriyê biratî hatibû gotin.
Niha em dizanin ku di nav têkiliya biran de wekhevî nebe, bira li hemberî hev ne wekhev in û ne azad in jî.
Niha em bêm ser biratiya gelê tirk û kurd: Gelê kurd hezar salan ji biratiya tirkan kiþand û hê jî dikiþîne. Kurdan hezar sal berê deriyên xwe ji tirkan re vekirin û gelek derfetên hêja ji bo tirkan pêþkeþ kirin û bi biratiya îslamê xapiyan. Piþtgiriya wan kirin; ew kirin împarator; lê wan heqê kurdan binpê kir. Rast e, di navbera tirk û kurdan de hiqûqa biratiyê hat meþandin lê ev hiqûq hiqûqek þaþ bû; bêheq bû. Îro hê jî giregirên me gotina “biratiya tirk û kurdan a nêzikî hezar salî ya bin ala îslamê de” bihîstin, dilê min diêþîne. “Pî diþkê di hûçik de dimîne.” Bi sedan salan e birayên tirk pî û baskên me diþkînin û em di hûçikên xwe de vediþêrin. Em dibêjin ew kekê me ye, çi dike rast dike.
Heta îro her çi li me kirin bi navê biratiyê û ya îslamê kirine.
Carek din dipirsim, hiqûqa nav biran çi ye ku her kes biratî dixwaze?
Ji bo çareseriya pirsgirekên navbera civatan an mîrovan encax bi hiqûqek dibe û ev hiqûq jî qet ne hiqûqa ‘biratî’yê ye.
Min bi hevalekî ji kurdên binxetê ev mijara bêheqî ya di navbera birayan de anî ziman, got “li ba me dibêjin: “bira bira ye heq û hiqûq li wê derê ye.”
Min jî got: “Ev bû fikra ku ez vebêjim. Bira û biratî bila li wir bimîne, em berin ser heq û hiqûqa xwe, an jî wekhevî û azadiya xwe bi dest bixin û ger ku pir diviya, em paþê biratî an jî piþtgiriya hev bikin.