Bakirhan: Xizmeta şaredariyan siyaseta heqîqî bi xwe ye
Diyarname
Îro Civîna HevÅŸaredaran a DEM Partiyê li Enqereyê hebû. Berî civîn dest pê bike Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari axivîn.
Ji gotinên Bakirhan çend not:
- Ez we ÅŸaredarên me yên bi ser ketine pîroz dikim. Ez hemû endamên rêxistinên bajêr, navçe, komîsyon, endamên lijneyên sindoqan, hemû kesên ked dane pîroz dikim. Emê xizmeteke layiqê vê yekê be bikin.
- Me gotibû 'Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dê têk herin', encama 31'ê Adarê carek din ev yek rast derxist.
- AÅŸtî were dê temenê siyasî yê hinan kurt be, dê bibin malniÅŸîn. Loma ji bo aÅŸtî neyê hin neteweperest ji niha de dest bi komplo û ÅŸantajan kirine.
'EM DI TÊKOÅžÎNÊ DE BI ISRAR IN'
- Em di têkoÅŸîna demokrasiyê de bi israr in, emê aÅŸtiyê, demokrasiyê bînin vî welatî.
- Hin hene radibin û rûdinin neyartiya kurdan dikin. Em bang li wan dikin ku bila kakilê demokratîk ê Zagona Bingehîn a 1921'ê fêm bikin. Lê ev ne li vir in. Ew dixwazin bi ZAgona Bingehîn a 1924'an a red û înkarê bi rê ve bibin. Nûnerên yên wê demê îro jehr û xirabiyê li welat belav dikin.
- Erê pêdivî bi Zagona Bingehîn a demokratîk heye. Ji bo vê yekê divê astengiyên li pêÅŸ bêne rakirin.
'JI 99'AN HETA NIHA'
- Ji sala 1999'an heta niha em ÅŸopînerên kevneÅŸopiya ji Terzî Fîkrî, Edîp Solmazan tê heta îro ne. Em xwedî li mîrateyeke wisa bi nirx in.
- Rêveberiyên herêmî ne cihên rant, partîzanî en. Ew wan wekî saziyên ku divê xizmeta herî baÅŸ ji bo gel bikin dibînin.
- Xizmeta ji herêmî siyaseta heqîqî ye. Bawer bikin her tiÅŸtê ku hûn bikin bi awayekî erênî wê bandora wê li siyasetê hebe.
'XEBATA ÅžAREDARIYAN SIYASETA ME XURT DIKE'
- Em siyaseta xwe xurt dikin, mezin dikin. Navenda me ya giÅŸtî, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, mebûsên me yên hatine hilbijartin siyaseta me ya giÅŸtî tînin cih û wê li gor rola xwe bikin jî. Karê ÅŸaredariyên me ew e ku xizmetê bikin.
Li herêmê ji bo têkiliya partiya me û gel xurt bibe, baÅŸ xebat û bi îqnakirina gel bi destxistina sempatiya gel, bingeha siyasetê bi xwe ev e. Lewma em hêvî dikin hûn li ser vê rêgezê xebata xwe bidomînin.