Ez ê Li Ser Hêviyê Bêjim
Cesar VALLEJO
Ne weku ez Cesar Vallejo me ez diêþim. Îro, ne ku ez bi xwe hunermendek im, mêrek yan jî ne ku ez bûnewerekî ketûber ê jîndar im ku diêþim. Ne weku ez katolîk im, ne weku mihemedî yan jî xwedênenas im ez diêþim.
Îro ez bi tenê diêþim, hew ev!
Eger navê min ne Cesar Vallejo jî bûya, ez ê dîsa biêþiyama. Eger ez ne hunermendek bûyama, min ê ew dîsa hest bikira. Eger ez ne mêr yan bûnewerekî jîndar jî bûyama, ez ê dîsa biêþiyama. Eger ez ne katolîk, xwedênenas yan mihemedî jî bûyama, ez ê dîsa biêþiyama. Îro êþa min kûr û ji hinavê tê.
Îro ez bi tenê diêþim, hew ev!
Vê kêliyê, bêsebeb, ray li êþa min nayê. Êþa min kûr û ji hinavê ye ku payan jê re nîn e, ku sebeb jê re navê!
Ma çi dikare jê re bibe sebeb? Ka li ku ye ew tiþta rewneq ku bikaribe jê re bibe sebeb? Sebeb jê re tune, ebed, tu tiþt ne hêja ye ku jê re bibe sebeb!
Ji ku çizirî ev jan, a ku têra xwe dijene ?
Êþa min ji bayê bakur e, û ji bayê baþûr e, mînanî hêkên nêtar ên çivîkên biyan e ku wê berxwarina wan ji bê be.
Eger dilketiya min bimira, êþa min wê heman êþ bûya. Eger, jiyan ji mînanî niha cihêrengtir bûya jî, wê êþa min heman êþ bûya. Eger hinan bi gwîzên ez di ber hev de çênî çênî bikirama jî, wê êþa min heman êþ bûya. Îro, êþa min ji bilindahiya bêserûber e.
Îro ez bi tenê diêþim, hew ev!
Ez balê didim êþa birçiyan, û ez dibînim bê ev birçîbûn çendî dûrî êþa min e; ez ku ji nêza bimirama jî, qene wê tayekî giyayê li ser tirba min aj bidaya. Ji bo dilketiyan jî ev wiha ye. Ma xwîna dilketî çi ye li ber xwîna min a ku kes nizane ji ku diçizire û diherike ku?
Ta vê kêliyê, min yeqîn dikir ku tevna gerdûnê ji jênagerî li dor honaka bav û lawan li dar e. Lêwbelê ku ez balê didimê, êþa min îro ne bav e û ne law e.
Wê ne piþt û ne palek heye ji bo ku lê bibe hingurê êvarê, weku wê tibabek sîng û ber hene ji bo ku spêde lê hilê, û eger meriv wê deyne dereke zelûl wê roniyê nede, û eger meriv wê deyne dereke ronî wê siyê nede.
Îro ez diêþim, hema wê çi bib bila bibe...
Îro ez bi tenê diêþim, hew ev!
Wergera ji fransî: yeqîn h.
***
*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.
Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beþa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niþtecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên þanoyê nivîsiye. Tev li þerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.
César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.
Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êþ, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye!
Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.
César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencþemê!) ya bi þilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piþtî mirina wî deng daye!
Hin berhemên wî:
- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest
- Trilce: 1922, Helbest
- Tungsten: 1931, Roman
- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest
- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Yeqîn H. ji du hefteyan carek helbestek, an pexþanek Cesar Vallejo werdigerîne û di quncikê xwe de pêþkêþî we bike. Ev nivîsa duyemîn e.