XANIM
Te hay ji min heye ku ez her kêliyê te ligel rihê xwe yê þêrîn, bi xwe re digerînim. Bi xwe re hiltînim, bi xwe re datînim. Bêyî te hîç im Xanim, bêyî te pûç im.
Lê ev çendek e te dîsa xemla xwe girê daye, li ser bejna te þerê rengan e; te em dane ber pêlên kesk û sor û zer û ber bi oqyanûsa xweþiyê ve diterpilînî. Li Newroz û civîn û govend û dîlanan tu biskên þê li ser rûyê bedew berbelav dikî, dihejî, direqisî û tîrên hesûdî û berberiyê di dilê me feqîrhalan de diçikînî! Û pê re jî tu didî tilîliyan û wiha diqîrî: “Em ne namûsa tu kesekî ne”! Û di ber re jî tu qorziyên çav mê mê, spehî spehî li me nefshênikan diþkînî, tu sêva dil tarûmar dikî Xanim, tu lerzên hesûdiyê bi canê me dixî ez bi heyran, tu vî belengazî bende û stûxwar dihêlî…
Ji mêj ve ye, tu dizanî, her tim methê te dikim, pesnên bê ser û ber dispêrim egoya te, klam û helbest û çîrokên nebînayî li delaliya te difesilînim.
Ji bo te min serê xwe da, pez û rezê xwe min da, çiya min neqeb kir, di binê zindanan de min por spî kir, diran min rizandin, pêrût û pêxwas ez bi çolan ketim, min kuþt û xwe da kuþtin, ji bo te Xanim, ji bo te. Xwedê þahid e, ev nexþ û nemûþên ku tev de min ji bo te dikirin ligel te dibû payebilindî û tu pê difiriya, agirê sor li egoya te radikir û dibû cîhê kêfxweþiya te. “Ez bimrim ji axa sar re me, ez bimînim ya te me, lawiko” ! Gava ku te ev halan li dilê min hildida, min dikir ku ez ji Xwedê canekî dîtir deyn bikim û dubare di riya te de bidim kuþtin.
Sedem tu yî xanim! Yê min jî yê xwe jî! Loma jî dev ji vê ramana dereke, vê ramana ku xerîbî serpêhatiyên min û te ye berde!
Ma sedem ne tu yî, xwiþka dilbijok, ku Qabîl ew qasî hesûdê te bû Habîlê bira daxist erdê. Ma sedem ne tu yî, Xweydoka dilrevîn, ku di riya te de xwîna sê sed mêrî çû! Ma ne bela te bû, Helenoka çavkesper, ku mêrxasên Troya li erasa meydanê bi þûr û rimên xwedayî canê hevdu teraþtin!
Li ser bextê te be, ma hê jî, ne tu bi xwe yî ku xurtiya mêr diwezinînî, çelengî û mêrxasiya wan beranberî hev du dikî û yê kêrhatiyê xwe dineqînî. Û gava ku tu dikevî tengiyekê xwe dispêrî ber sîngê parêzvanê xwe yê neqandî, tu doza dilovanî û xwedîderketina wî ya li xwe dikî. Wê çaxê rewþa te û wî tê li du têgihên kevnare diqeside: milk û parêzvanê milk, ango namûs û xwediyê namûsê. Di nabeyna te û wî de, ji serê serî heta îro, peymaneke xurt û ew çend jî bi êþ û karesat hatiye qewl kirin. Vê peymanê ne tu dikarî biþkênî û ne jî ez.
“Ez ne namûsa tu kesekî me”!
Kerem ke Xanim, peyveke bêhtirî ya te bêxwedî û bêxwedan: “Ez jî ne mêrê tu kesekê me”! Çi îroniyeke ecêb û þeqlovîskî!
Li min negre Xanim, ezê tu car nikaribim vê qêrîna te di guhê xwe kim û bêjim tu mafdar î. Her ku tu bi awirên xwe yên miþt xweþî û mêtî û dilbijokî li rû min bisekinî û bêjî “ez ne namûsa tu kesekî me” ezê her û her vê bersiva ku te jê pêve bersivek dîtir navê li te vegerînim: Hi, te çi got? Erê, lê, çawa, tu namûsa min î Xanim!
rarya-@hotmail.com