Kompleks, Trajedî, Komedî; Panaromaya me
Trajedî ji ber bûyereke dilsotîner rewþa derketiye holê ye, di nav wê rewþa trajedîk de wekî ew trajedî nebûbe hewldana xwe asayî nîþandayînê re jî komedî dertê holê!
Ango di nav rewþa trajedîk de hewldana xwe normal dîtinê tîne komediyê tevlî trajediyê dike û rewþ vediguhere trajediya komîk. Û ew hal li deriyê bindestan diqewime; bindestên bi kompleks…
Hatiye guhê min, dibêjin sergirtî dinivîse! Na, sergirtî nanivîsim, ji ber yên dibêjin dema lêv dilivin em dizanim di paþ de diran hene, dibêjim her hal tê famkirin…
Ehlen, vaye piçekî ser-ne-girtî binivîsim.
Helbet ev dîtinên min in, ji eynika min ve wiha dixuye, dibe ne gorî her kes dibîne be!
Bawerim di vê babetê de dibêm em giþ li hev dikin, em-kurd bindest in; û ji ber kesayeta me di bindestiyê de çêbûye dibê em di vir de jî li hev bikin; bi liv û tevgeran, bi hizr û hestan, bi gotin û kirinan kesayeteke ne asayî, ne li hev di me de xwe dide der!
Tevgerên bi kompleks, trajîk û komîk!
*
Kompleks:
1-dibêje: dema dibêjim berjewendî, helbest, kovar, pirtûk û filan, diya min fêm nake, lê diya wê peyva ‘…cixim’ a bi tirkî ku bi kompleksa bindestiya xwe biçûkdîtinê dinivîse, fam dike! Helbet fam dike, çiku wê twîtê ne kurdê rojhilat baþûr binxet û bakur bes diya wê dixwîne…
2-kurdê li kêleka tirk, kurdiya li kêleka tirkî poz dide timî hewla xweispatkirinê ya kurdê li hemberî xwe û yên xwe bi kompleks e; nexwe çima ne li platformeke xwerû bi kurdî lê li dîwarê tirkî? Bersiv eþkere ye, çiku hejmara kurdên bi kompleks ên kurdê li kêleka tirk û tirkî pozan didin dibînin ji hejmara kurdên xwerû kurdiyê dibînin qat qatî zêdetir in; yanê reytînga çepikan li holê ye kaka.
3-þev û ro radibin rûdinin bi pozên oryantalîst û bi gotinên deyn kirî dibêjin giregirên tirkan wiha wiha wiha ne, tirk wiha wiha ne medenî ne! Oryantalîstekî heqîqî ji derve ve bê dê bê qey tirk bindest in ên serdest kurd in.
Trajedî:
1-bi salan wekî mamoste xizmetkariyê ji zimanê tirkî re dike, wekî ew ne bes be rabû go romaneke bi tirkî dinivîsim! Biraderekî jî got çima bi kurdî nanivîsî, ma ne bes e ew xizmetkariya te ya ji tirkî re? Bo dewþîrmebûna xwe ya zimanî-pardon asîmîlebûyî veþêre go pêþî em kelehê di hundir de feht bikin paþê dorê bê kurdî jî! Lê haya xwe ji xwe tune bû, ku di fehtkirinê de xelkê qûþ li wî qetandibû…
2-li dibistanên dagirkeran dewþîrmetiya zimanî dike lê ji kurdê bi zimanê dewþîrmebûyî dinivîse re dibêje, te çima bi tirkî nivîsand! Trajedî ye, yê bi tirkî nivîsandî jî ya ew rexne kirî jî li dibistana tirkan ji zarên kurd re mamostetiya bi tirkî dikin…
3-bo cihê hatî-nasnameya wî (heke em Selehedîn siyasetmedarekî kurd dihesibînin) li gorî min pêþniyazkirina pirtûkên bi tirkî û hin tiþtên din bo Selehedîn Demîrtaþ trajedî ye, lê romantîkên ku bertek û nerazîbûnê nîþanî wî didin haya xwe ji bayê felekê nîn in, nizanin ku Selehedîn xwe wekî siyasetmedarekî tirkiyê dibîne û gorî wê jî tev digere; çendîn wî bo kurdan pirtûkên ne hewce pêþniyaz kiribin jî dibêm peyama wî ji tirkan re ye. Çiku Selehedîn ne kurdê reþ tirkê spî daye armanca xwe; kurdê reþ jixwe di berîkê de ye.
4-eyb û þerma wî/ê etarî- pardon a nivîskarî/ê ye, bo navê wî/ê û pirtûka wî/ê ya derbarê kurdan de bi tirkî nivîsandiye ji Selehedîn re silav diþîne da Selehedîn jî di peyama xwe de silavekê jê re biþîne nav û pirtûka wî/ê hilde, bo ku…!
Ka digotin nivîskarê welatekî ji siyasetmedarê wî welatî meztir e?!...
5-dema bi tirkî binivîsî-ku bi tirkî nivîsandina kurdekî di rewþa kurdî ya hemberî tirkî de ne tercî û maf alîgirtin e û pê re jî tê wateya tiþtê hatî nivîsandin malê wêjeya tirkî ye! Li gorî vê divê tu herî li Denizliyê, Konyayê, Muglayê, Kayseriyê, Sînopê û hwd. yanê ji civateke wêjeya tirkî, yanê ji tirkan re tiþtê te nivîsandiye bixwînî û bo wan îmze bikî, lê berovajî, hem bo wêjeya tirkî binivîsî û hem jî herî di civatên bes ji kurdan pêk tên de bixwînî, bo kurdan destnîþan bikî! Nabe keko nabe! Nabe tu jî mîna hin biraderên digotin ‘me xwest ên din jî hay ji vî þaheserê kurd hebin loma me wergerand tirkî, yan loma me dîroka kurdan bi tirkî nivîsand’, ku neçûn li gundekî tirkan pirtûkeke jî nefirotin ên din, yanê tirkekî; ji nav bajarên kurdan derneketin, her ji kurdan re bi tirkî behsa þaheserê kurd ê jixwe berê bi kurdî bû kirin!
Ma ev yek ne çûyîna ser gotina dijmin e, ‘bi tirkî biaxife pir biaxife, heta binivîse jî’ û pê re jî ma ev nabe înkara ew qas ked û berdêldayînê?!
Gelo bi tirkî em dixwazin çi ji kurdan re ispat dikin? heke girseya we daye armanca xwe bi zimanê xebata we ya bi tirkî ku tirk in a ew li dera hanê ne, çima li nav kurdan digerînin???
6-yên hevûdin dikujin kurd in, holîganên ku li vê trûbûnê li wê trûbûnê ji hev re didin çêran jî kurd in, lê yên ÎDÎAAYÊ qezenc dikin tirk, ereb û fars in…
7-bi salan e li Kurdistanê ne, bi salan e doza Kurdistanê dikin; statûyeke bin serxwebûnê re qebûl nakin lê xwezî ji dewsa li ser aforîzmeyên bi tirkî yên asta lîseliyan de ne serê xwe êþandine ku qasî wê li ser siyaset û kurdî jî serî biêþandina, du hevokên ji seriyê me yê keçel re bibe derman jî hîn bikirana û binivîsandina…
8-piþtî keç û xortên xama yên Geziyê li holê neman ku bi navê anarþîzma çeqilmast, wejeteryeniya masîxwir û bi hewyanheziyê mêjûyê wan îstîsmar bikin (ku nan li wir nema, yanê eleqe lo..) vega qey hinan gotiye (eger boþtaysanýz) werin em we bi mijarên genî bûyî lê bo popîler in-arabeskî ne bala hin kurdan timî dikþînin bikin antî kolonistê kurd û mîna Kûçik Emrah bi destan re girtine ku derxin piyaseyê meþhûr bikin. Lê bo kurdinan rûpoþê wan qaþo antî kolonyalîstên kirêkirî çirandiye, rûyê wan ê (…) derxistiye holê gefên li dadgeha kolonyalistan dana darizandinê li wan kurdan dixwin!!!
Komedî:
1-kurdên mêjû tirkî ne, bi tirkiya Ziya Gokalp û Zekî Muren a bêqusûr û mihteþem lib bi lib teoriyên Fanonkî bo rizgariyê kurdan bi ta ve dikin. Meriv meraq dike; gelo dizanin Fanon bo reþikên ku bi zimanê kolonistan diaxifîn û dinivîsîn pênaseyek çawa kiriye: ‘hele gotiye bax gotiye’!
2-berî mehek dimîne ku werin li Tirkiyeyê tatîla xwe bikin derbarê Tirkiyeyê û giregirên tirkan de navberê didin gotinên erzan ku bes ji destê bindestên ehmeq tê. Helbet devê xwe yê gû vediriþe jî digirin; heya mehekê ji pakrewanên Kurdistanê re nabêjin zarên bejî! Dema li tatîlê diçin serdan û paþ deriyê ‘yoldaþik û qirixên’ xwe, ku li Kurdistanê dê weledê xwe bavêje jî, ku rûmet û namûsa kurdan jî berling here, ku zarokên kurdan binê panzeran de cinî cinî jî bibin di nava wê mehê de serê xwe dikutin nav þeqên xwe mîna teresan deng bi xwe ve neynin, lê piþtî vedigerin Ewropa ku tirsa jidestçûna qûnê namîne îcar bo xama, fodil(kaþar), qirix û hesterik gun-egoyê wan mistin were aqildayînê, were analîzên rizgariyê, were behsên bêhiþî û gundîbûna kurdan, were kurdatiya Ewropa dîtî… Gotine, “rovî ji tiriyê devê wî tê nagihîje re dibêje tirþ e” Yanê qûna wan a mirîþkê ye lê xwe diçirînin ku hêkên qazê bikin. Meriv heyfa xwe tîne ku birêz Ocalan û kek Mesûd heqê serokatiya van siyasî fîtne-qebrexên kerxanecî xwariye! Ew di sosyal medyayê de bi vê siyasetê meþhûr in; tirk dibêjin ‘muhabet telali’ em jî bêjin ‘qirdê sîrkê’!
3-dibêje bernameçêkera kurd im; bi dehan nivîskaran re gûftogo pêk aniye, lê li xwe mikur hatiye ku romaneke kurdî jî nexwendiye…
4-hevoka xwe bi tirkî difikire bi kurdiya ferhengê dinivîse-edîtora kovarê ye, þanogera gewre ye, nivîskara teze ye; xelk pirtûkan werdigerîne em axaftina xwe…
5-min reklama pirtûkeke bi kurdî ya ku li dîkanekê herî zêde hatiye firotin dî. Reklam wiha bû ‘pirtûka kurdî ya ku îsal herî zêde hatiye firotin’. Me kesên ew reklam dîtî, em tu kes li xwediyê wê dikanê venegerîn û me nego, çima tu tiþtê li dîkana te pir hatiye firotin wekî li tevayiya welêt a herî pir hatiye firotin be nîþan didî!!!
6-ji derûniya wan diyar dibe, yên falên benîþtan û nivîþtên wan bi xêra edîtoran navê wêjeyê lê hatiye dan divê di nexweþxaneyeke mîna ya Elezîzê de bên dermankirin. Lê dibêjî qey Sedat Pekerê kurd in; meriv nizane qesetên kê dest de hene, dema di xwe de dirîn kes newêre jê re bêje ‘bes e eyb e, te xwe rezîl kir…’
7-nivîskarê hevpeyvîn betal, go mesele wiha çêbû; yê dê hevpeyvîn bi min re bikira di dezgehekî navnetewî de bo CV’yê wî de kurd û hunermend nivîsandiye kar dane wî, min jî got de bila xêra min jî heqê bernameyekê bikeve berîka wî û min daxwaza wî ya hevpeyvînê re got erê. Go berî hevpeyvînê min nihêrî ku di kunyeya hesabê wî de nivîsandiye ‘bal li jinan e’! Go eger malnîþînekî li qehwexaneyê rûniþtîbûya min ê bigota asayî ye, lê li dezgehekî navnetewî bo nasnameya wî ya kurdî kar dane wî! Go min jê re got, gelo di nav jinên bala te lê ye de dayîk û xwiþkên te jî hene? Go rev revî çû û xwe ji heqdestê hevpeyvînekê mehrûm kir.
8-û fînal, bo nifþê Z’yê yê cîhanê wêneyekî diyarî ji nifþê me yê ciwan û navsare: min û wî û florta wî me çay vedixwar. Min go ne bes e, gelo em ranebin? Go hinekî din rûne, ‘di sosyal medyayê de mêjûyê xwe þarj dike’!
**
Min behsa gundiyan, gavan û þivanan, karker, çotkar, palevan û bêkaran nekir û min behsa yên bo tiþtikên xwe bifroþin dema silavê didin kîjan derdora siyasî ya kurd hema dibin bukalemun jî nekir; behsa min ne derbarê kurdên li paþiya dîkanê di halê xwe de ne. Min behsa wêneyên mankenên di vîtrînê de çirûsînên xwe didin eynikê kir.
Jê bi hay im; dema ne dema rizgarî û xilasiyê ye; dem dema li rûyê hev kenînê, dem dema êþa xwe kirina navgîna îstîsmarê, hevxapandinê û masturbasyonê; ango di vê qonaxa bêser û beriyê de ku buxriya eyêr kepiyaye dem dema XWE xelaskirinê ye; li ser çîroka bi navê kurdbûnê ya li vê rastê; axirî kê þe kir xwe heyî bike…
Çiku li ser heyîna çîroka kolektîf kes nabêje min parçeyek ji talanê, ji ber lingan, ji mirinê xilas kir; dibêje, min xwe ispat kir…
Bêjin ji eynika te ve þaþ xuya ye, bêjim heqê we heye, biborin.