Derdê balkiþandin û navdariyê!
Ya rastî ev yek ne derd e, ji destpêka mirovahiyê vir ve her mirov-çi mê çi nêr xwestiye hewl daye balê bikþîne ser xwe, yanê bê ecibandin behsa wan bê kirin. Ew hewl heya radeyekê xwezayî ye, asayî ye, mirovî ye; ji zemanên berê ve hin bi qeþengiyê, hin bi bedewiyê, hin bi destkariyê, hin bi hiþ û jîrekiyê, hin bi destkeftinan, hin bi wêrekiyê, hin bi cengeweriyê, hin bi payeyê, hin bi kesayetê, hin jî bi govendkêþiyê û tilîliyê…
Axirî mirov dixwaze behsa meriv bê kirin, balê bikiþîne ser xwe, were hezkirin; pesn jî kêfa meriv tînin pend jî; ku kî bêje, ‘na wele tu derdê min ê wê yekê tune ye rûyê xwe reþ dike’.
Heye Seyda heye! Em giþ mirov in û pêdiviya me giþan bi çepikan heye; bi navpêdanê, bi tiliya þanîdanê nîþandayînê, bi behs kirinê…
Lê em hatine serdemeke wisa ku, ew daxwaza me ya navdariyê û balkiþandinê ya ji serdema ku porê dirêj, lêvên zirav, bejna mîna ta, sîwariya çak, cengewerî, wêrekî, çelengî, ciwamêrî, sergovendî û hwd. tê, di vê serdemê de pênc qiruþan nake…
Yanê daxwaz heman daxwaz e lê zeman ne heman zeman e; mixabin ku ew tiþtên navdariyê û balkiþandinê yên wextên berê niha di nav civakên xwe ZANIN de bi seriyek pîvaz jî nakin.
Lê çi pere dike? Vê serdemê bo hinan hiþ, bo hinan pîþe, ku hebe bo hinan huner û bo hinan jî kesayet ser her tiþtî re ye! Yanê xwedî hunerekê xweser û resen bî balê dikiþînî, xwedî hiþekî çav vekirî jî, xwedî hilberînekê jî û tew xwedî kesayet-qerekterbûn…
Helbet hinên ku bêyî hunerek xwe hebe balê dikþînin jî hene; mesela piþtxûzek ku neye ecibandin jî bi têra xwe balê dikþîne, kulekek jî, korek jî; li taxa dewlemendan xizanek li taxa xizanan jî dewlemendek û li nav bindestan memûrekî qûn bi gû û onbaþiyekî dagirkeran jî…
Balkiþandin, navdarî û hatin ecibandin hest û daxwaza her mirovî/ê ye, lê êdî xeynî kêliyên xamayî yên li Cafeyeke dafik lê tên vedan mirov ne bi bedewiyê ne bi çelengiyê, ne balê dikþîne ne tê ecibandin ne jî navdar dibe, ku bibe jî ne navdariyeke ku bi çêyî behs tê kirine!
Nexwe bi çi bal tê kiþandin? Eger hebe jîrekiyek, hunerek, ku ew jî nebin bo bawerî pê anînê ma kesayeteke dirust besî çi nake!!!
Zanyar dibêjin du cure mirov hene ku di asta nexweþiyê de derdê balkiþandinê eleqe dîtinê pê re heye û bingeha nexweþiya wan dibin ta zarokatiya wan; cureyekî wan nexweþan bo zaroketiyeke þûm derbas kirine zirt in û cureyê din jî megolaman-narsîst; ku ji alî dê û bav, an xwiþk û bira, yan jî di nav hevalan de nehatine hezkirin eleqe nedîtine, ku ev yek bûye sedem ew der civakê (a sosyal) mezin bibin. Û lê zêde dikin, temenê wan ê bedenî çend dibe bila bibe bo xwe heyîkirinê bi çi re mijûl dibin bila bibin, temenê hiþê wan timî yê zarokan e û kesayetiya wan tu car temam nabe; loma jî gotin û kirinên wan ne li hev in, emelî pê nabe…
Ew nexweþiya ji zarokatiya wan tê, piþtî mezinbûnê yên zirt tim dixwazin derdor bi çepkan ajoyê wan miste wan tatmîn bike, yên megolaman-narsît jî bo xwe ispat bikin xwe bi girîng û mezin nîþandayînê hewl didin civak û sazûmaniya civakê bi gir û nefretekê biçûk bixin da tola ji zaroketiya xwe maye hilînin. Xwe pir biaqil, jîr û zana, bi exleq heta hunermend nîþan didin civakê jî ker, nezan û bêexleq dihesibînin, lê nizanin ev civaka ku ew ker, nezan û bêexleq dizanin bi wan hinan masturbasyonê dike li hinan jî miemeleya qirdê li sîrkê dilîze!
Heyfa meriv tê, hin dê û bavên kurd ên sî-çil sal beriya vê zarokên xwe xistine çi travmayê û bi çi derûniyê mezin kirine? Qey nizanîne ku kurd dê tu car nebin xwedî klînîk û nexweþxane…
Îcar di nav teqereq û toza ew bo balkiþandinê bi ser xwe û me de dikin de behsa helbesta kurdî, romana kurdî, çîroka kurdî, yanê behsa ast, hizir, huner û wêjeya kurdî, hal û rewþa kurdan were kirin…
Axirî derdekî bêderman e û ji me giþî mirovan re piçekî heye, lê ku ne nexweþî jî be jixwerazîbûna hunermendên hunerê ya herî bi xêr û kêrhatî ye ku ew yek bûye sedema afirandina berhemên mayînde nemirane; bo min jê yek Arjen Ariyê ‘bi têra xwe qure û jixwe razî (heqî wî bû lê dihat)’ û yek jî Amadeus Mozartê þûm; nav û hunera her duyan jî li dinê ye…
Andy Warhol gotiye ‘rojekê hes kes dê pazdeh deqeyan navdar bibe’.
Lê ku huner tune be, lê ku kesayet temamnebûyî be qey pazdeh deqe têrê dikin?
Na, nakin.
Lê xem nake, pêþiyên kurdan rêya herî hêsa û erzan nîþan daye; gotine ‘ku kes behsa te nake here di sosyal medyayê de…’!