EYDÎ
Nedihat bîrê çextê ji warê xwe qetyabû. Morîka xewê kengê ketibû go. Di oda xwe ya ro nedidî da, ji xew qili bû. Çavê xwe li odê gerand, tiþt jê neket sêrî. Serî jixweber ket ser balîfê. Bawiþk hatinê, tena xwe kiþand. Cixareyek pêxist ket dû xewna dîbû. Kir û nekir xewn nehat bîrê. Rahiþt têlefonê, medya sosyal pîkol kir. Bi peyamên pîrozkirina cejnê re ciya wî ket bîrê. Bi lez têlefon danî. Çû serþoyê rûyê xwe kurr kir. Serê xwe þûþt. Îþlikekî spî û þalê kot li xwe kir. Gore kir pê. Ji malê derket, li kafeyekê rûniþt. Qehweyek tehl ji garson xwest. Rêþana têlefona xwe tevda. Bi zorê nimraeya têlefona diya xwe dît. Piþtî sê caran têlefon naliya, diya wî vekir.
- Elo
- Merheba dayê. Qe tu çerre yî.
- Law te çer bi xwe re dî têlefon bikî. Rind im rind... çavê te radimûsim. Ka tu çerre yî?
- Ez baþ im... Eydiya te bimbarek be dayê.
- Pirr Eydiyan bibînî. Lawo li van deran jî eydî nemaye. Ji xencî çend zarûyan, kes li eydiyê nagere. Giþk qurre bûne, qurre.
- Tiþt nake dayê. Wê niha...
- Law têlefonê bigre, zarû hatin!.
Nîþe: Eydî ya we pîroz be.