logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  2. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
  3. Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin
  4. Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin
  5. Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

YEZDAN WINDA YE

  • Dîrok: 15/10/2016
Wê sibehê ez hinek zûtir şiyar bûm. Derbasî odeya kêlekê bûm. Tabloya wêne  ku doh heta derengiya şevê di bin tirînca zerîn ya ampûlê de li ser xebitîbûm, niha li ber ronahiya rojê bi awayeke din xuya dikir. 
Portre hê negihîştibû wê asteya ku min têr bike. Lê fikirîm ku xem nake, îşev ezê bi giranî li ser siya derdora  sitûyê wê û li ser qermiçokên wê kar bikim. Xetên ku ji herdu aliyên poz xwe berdidin jêr û yên li derdora çavan nuqteyên herî nazik in ku dikarin îfadeya kesayetiyê biguherînin. 
Dema ku hîmê portreyekê davêjim, ji çavan dest pê dikim. Heta awîrên ku dixwazim derbixim holê, şekil negirin, dest bi aliyê din ê wêne nakim. Xebata xwe  piranî bi şev li ber  tirînca ampûlê dikim,  lê pîvana estetîk ya berheman herî baş li ber şahidiya ronahiya rojê dikare derkeve holê.  
Heta niha portreyên ku min çêkirine tev, an yên kesên nas in, an jî  yên mirovên bi nav û deng in. Lê  berhema ku doh tevahiya şeva min girtibû û diyare wê hê gelek şevên din bigire,  ceribandineke nû ye. Hewl didim kesayetiyeke xeyalî biafirînim. Vê gavê qismekî girîng yê rûyê wî derketiye holê, lê beden hê nîvco ye. Di dema xebata xwe ya hunerî de ji bêdengiyê hez dikim. Doh bi şev ji bilî dengê dansa firçeya min ya li ser tuwalê û perên sîperika ku li dora ampûlê bûbû perwane, tu deng tune bû. 
Firçe her carî serê xwe di boyaxê de dikir û tûwal miz dida mîna ku pêre bikeve nava evîneke bi şewat. Sîperika perwane jê pexilî dikir. Çend caran hat di ser me re kir vizînî û derbasî cem ampûlê  bû û ew jî bi ronahiyê re ket nava evînê.  Min jî ji herduyan hesûdî dikir. Têkoşîna me ya çavnebariyê heta ku serpişt li ser nivînê xwe bikevim, berdewam kir.
Şeva berê her çend ez dereng raketim jî, wê sibehê bala min sivik bû. Ez derbasî lavaboyê bûm, aveke hênik min avêt ser çavên xwe.  Her cara ku rûyê xwe dişom gotina bavê min dikeve bîra min,  digot: “Sibehan rûye xwe bi ava sar bişon, ji bo roja we zînde derbas be.’  Lê dîsa jî kefa min ji ava şirgerm re dihat.
Min pariya nanê di çixinê de derxist, perçeyekî penîr û sê pariyên zirav yên xiyarê jî xist navê,  li laylonê pêça, di çenteyê xwe de bi cîh kir. Ez ji sandiwîçên bi xiyar hez dikim. Bêhna wê di her carî de min dibe cem yezdana min ya ku ev çar  sal in jê dûr im. Min cizdanê xwe vekir, bi qasî ku di nava rojê de têra min bike, pere hebû. Çavek avêt çenteyê xwe, pirtûk û alavên ku li dibistanê  ji min re pêwîst bûn tev di şûna xwe de bûn. Kêmasiyên min nemabûn, diviya bû xwe bigînim trênê. 
Dîsa wekî her carî, stasyon tije mirov in: yên diçin kar, ciwanên rêwiyên dibistanê, jinên xemilandî yên bi parfumên cuda... Wekî moriyan hildikişin ber bi peronan ve...   
Di rêwîtiya nîv saetî de ez naxwazim li piyan bimînim, lewma ji xwe re ciyek dibînim, ku karibim rûniştî qet nebe dersên xwe di ber çav re derbas bikim yan pirtûka xwe ya nîvco biqedînim. 
Trên di saeta xwe de bi rê ket. Çar gav li hemberî min, ciwamêrek bi fotêr, paltoyek gewr lê, di destekî de sîwaneke pêçayî, di destê din de pirtûkek, rûniştiye rik li min dinêre.  
Berdewamiya wê di beşa 2’yan de…

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka kevir û karsazan

  • 21 Avrêl 2017

Ev çîrok, min zemanekî pir berê, di cîwaniya xwe de bihîstibû, ez dixwazim li vê derê parve bikim.Rêvebirên saziyên mezin yên cîhanê ji bo...

Jina kîlot di dest de

  • 03 Pûşper 2021

Ev 7 salin li Brukselê ji bo televizonekê kar dikim. Heftê, 3 rojan nûçeyên êvarê û yên şevê pêşkêş dikim. Di nava heftê de li...

Pêvajoyeke nû ya aştiyê mimkûn e gelo?

  • 22 Rezber 2021

Gelo aqlê îro yê dewleta Tirkiyeyê amade ye bi kurdan re li hev bike? Gotina dawiyê hema pêşî bêjim, amade be, neamade be, mecbûr e!Dewleta Tirkiyeyê pêvajoya...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîsteya bajarên herî bi ewle diyar bû

ad

Ji bo Festîvala Mûnzûrê pêşbaziya logoyê

ad

Partiyên kurd li Moskovayê dicivin

ad

Herî zêde kîjan pirtûkên bi kurdî hatin firotin?

ad

Hilberîn çênebe wê xela rabe!

ad

Klîba Hefteyê: Bi operayê 'Qimil'a Apê Mûsa

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

  • 27 10 2026
news

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

  • 27 10 2026
news

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname