logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Jina kîlot di dest de

  • Dîrok: 03/06/2021
Ev 7 salin li Brukselê ji bo televizonekê kar dikim. 
Heftê, 3 rojan nûçeyên êvarê û yên şevê pêşkêş dikim. Di nava heftê de li Cenevê me, dawiya heftê jî bi balafirê diçim Brukselê. 
Rêwîtiya her hefteyê hêdî hêdî min aciz dike. Divê çareyekê bibînin ka çawa wê vegerînim zewqê. 
Rojekî têlefonê lêxist, canikekê, bi dengekî kêfxweş û bixwebawer hewl dida kartên krediyê bi min bide girtin. Dema têlefonên ticarî û reklam bin, tim dibêjim meşkul im û xwatir dixwazim. Lê di nava gotinan de, min ferq kir ku li kêleka kartên kredî, ciwanik karteke taybet ya rêwîtiyê wekî diyarî pêşniyaz dike. Mirov bi vê kartê dikare li hezar balafirgehên cîhanê, bê sînor ji salonên xwarin û vexwarinê feyde bibîne. Canik dibêje tu mêvanên xwe jî dikarî bi xwe re bibî. Dema tam emîn bûn, min hema qebûl kir û kart hat. Ji wê rojê ve, bi tevî çend faaliyetên din yên rengîn, min çûyîn û hatina Brukselê kiriye zewqek wisa ku dema neçim bêrî dikim.
Min fehmkir ku mirov li jiyanê çi karî dike bila bike, divê zanibe wî ji xwe re bike perçeyek zewqê. Eger ne wisa be dibe îşkence.
Serê sibê ez rabûm, min tiştên xwe tev kir, bi qasî ku têra min ya 3 rojan bike, 3-4 cot gore, gomleg, tişortek  di çente de bi cîh kir, berê ku derkevim min ferq kir ku min kîlot ji bîr kirine. Çûm 3-4 kîlot jî anî xist çente û fermuar di ser wan de da cîh û ez ketim rê. 
Çenteyê min ê milan e. Mirov dema davêje pişta xwe giraniya wî hîs nake. Hatim balafirgehê, bi xêra wê karta meşhûr, li restaurantê rûniştim, ew  hulm û gulma ku ji qehweya min difûre forsa min derxistiye asta herî jor. 
Hewa germ bû, min fanoriyê xwe ji xwe kir,  lê difikirim gelo bixim çenteyê yan bavêjim ser stûyê xwe? Min biryar da bavêjim ser stûyê xwe. 
Lê tam di wê dudiliyê de, min bê hemdê xwe fermûara çentê xwe vekiriye û negirtiye.
Devê çenteyê vekirî maye. Çavên min çûn ser ekrana saete rabûna balafiran, min ferq kir ku ji balafira xwe dereng mame. Hema min çente da pişta xwe ber bi sektora deriyê balafirê ve revîm. 
Geh ji merdiwanan dadikevim, geh di korîdorên dirêj re dimeşim. Ancax li ser wan merdîwanên otomatîk firsend çêdibû bêhna xwe bidim. 
Min dît herkes îşaret dide min, hinekê wan fransî deng li min dikin: ‘Mosyo, Musyo', dibêjin:  "vous avez perdu quelque chose" (Begê min, ji çenteyê we tişt dikevin." 
Li pişt xwe zivirîm çi bibînim, bala her kesî li ser min e. Ciwanikeke narîn, devbiken, xemilandî,  kîlotên min di nav desten wê yên bi neynûgên ojekirî, tîne dirêjî min dike. 
Bi şermokî, mehcub, bi nîvtebesum min kîlotên xwe ji destê wê girtin, dîsa min di çenteyê de bi cîh kirin.
Herkes li me dinêre.  
Şiklê teslîmata kîlotan,  ji sehneya dewrkirina xelatên Festîvala Fîlman ya Cannesê ne kêmtir bû.
Serê min di ber min de ber bi balafira xwe ve diçûm. 
Ji wê forsa min ya li ber fîncana qahweyê tu tişt nema bû. 
Tenê hêvî û daxwazek min hebû; Eman, bila yek ji wan jinan nehata balafira min. 
Lê wisa diyar bû ez dê ji jinê xilas nebama.
***
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:


Hin Nivîsen Nivîskar

Ew dayika min e jî

  • 07 Sermawez 2016

(Dûmahîka beşa 2'yan a nivîsa “YEZDAN WINDA YE” )Min gotinên wisa nas û watedar li derekî din nexwendibûn. Nav û nivîskarê pirtûkê ez di...

Li ser axa bi bereket mirov çawa hê jî birçî ne?

  • 18 Gulan 2021

Li saziya ragihandinê ku îro lê kar dikim,  rojane bi sedan nûçe tên ber destê me. Bê guman hemû nûçe girîng in, lê ji ber dema bi sînor...

Bedewiya Hunera Bedew û Cengîz Xelîl Mehmûd

  • 11 Tebax 2017

Di her zimanî de ji xebata çêkirina resim re  dibêjin “Hunera bedew.”Dibe ku xitabê çavan dike lewma. Ji ber ku her cureyên hunerê  di eslê xwe de...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Dema Documentarist hat dirêjkirin

ad

Hewldana Yekîtiya Perwerdekarên Kurdistanê li hev civiya

ad

Bernameya kewçêrê ya Şermolayê

ad

Li Îzmîrê xwendina helbestan

ad

Taşçiyan bû Seroka Juriya FIBRESCI

ad

Mebûs Tuncel û Onder rakirin nexweşxaneyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

  • 19 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname