Welatê kurdan, ji deştên fireh û çiyayên ku bi lûtkeyên xwe ezmanî maç dikin; bi her du rûbarên dirêj ên ku mîna du guhanan şîr didin tejikên xwe; bi newalên kûr û zozanên kesk; bi bax û baxçeyên rengîn; bi ol û neteweyên cur bi cur, bihuşta neqişandî ye: Kurdisatan… Sedema qir û şewatan, encama şer û talanan, evîn, hesret, xewn, xeyal, mirad û şadîstana cangoriyan, kiras çiriyayî…
Piştî birîna li Qesra Şîrîn ku bûbû du qet, di serê sedsala bîstem de, li bajarekî Ewropayê, Sykes picot û Lozanê, li ser sifreya bi gur û rovî, wawik û keftaran ve dorpêçkirî bûbû çar qetên ji hev qutkirî. Û ji wê roja kambax, ev gelê bindest, çend caran rabûye ser piyan, serî hildaye, çend kur û keçên te, te şûştin bi xwîn û xwehdana xwe, çend caran di tariyên tîr, di bahoz û bagerên zivistanan de, xwestine ta bi derziyê ve kin û kirasê çiriyayî bidirûn?!...
Di xewleyên dîrokê de, di nav bager û bahozan de, di nav lepên hov de, kirasê kurdan çirandin, ji serî heta bi binî. Çipî tazî man kurd, tî û birçî man. Bûn penaberê welatê xwe, bûn mişextiyên welatên dûr û hey dûr. Perçiqîn, bûn dîlên zindanan, bûn sêwiyên li ber dîwaran lê dev ji xeyalên xwe bernedan.
Di kûrahiya tariya şevan de, di sermaya seqema zivistanan de, di germahiya dojehî de; li bihara xwe geriyan. Û îro bi xort û xamayên nestêle ku her yek beranberê cîhanekê ye û bûne ta û derzî, kirasê çiriyayê didirûn.
Piştî Başûr, roj li Rojava jî hiltê; Stêrka Gelawêjê ya ku li ser Silêmanî û Hewlêr dibiriqe, li Kobanî û Amedê jî diçûrise, mîna roniya rojê, mîna rûyê yarê, mîna çirûskên di bîbikên dayê. Birîna kûr derman dibe, dilê şikestî cebar dibe. Bicebire hestiyê şikestî, ji Serhed heta bi Binxet.
Hindik ma welato, Şingal û Efrîn ji hev ne dûr e, di zik hev de ne Riha û Mahabad. Rabe kirasê dirûtî li xwe ke, kirasê bi keskesorê xemilî, bi ser bejna bilind û pêsîrên biber ve berde. Xwe berde nav dîlanê, serê govendê bigre. Rabe, tenê bi te sar dibe şewata dilê min, tenê bi te dikewite êşa ciwanên min kir qurban, bi te jibîr dibe, êşa sedsalan, de rabe û zû ke…