logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din

Hogir Berbir

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Hogir Berbir

Hogir Berbir

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Dîrok: 08/11/2026

Di fuara pirtûkan de yek ji berhemên ku min bi dest xistibû, romana Kamran Simo Hedilî ya bi navê “Bazbenda Dayê” bû. Min pirtûk di nava çend rojan de xwend. Di rûpelên pêşî de tê dîtin ku romanê çapa xwe ya yekem li Ewropayê û çapa duyem jî li Bakur kiriye.

Di destpêka xwendinê de, mirov rastî cîhaneke ku ji aliyê mijarê ve ne xerîb e tê. Bûyer, şert û mercên jiyanê û pêvajoya ku lehengê romanê tê re derbas dibe, ji bo xwendevanê kurd ne tiştên dûr û nenas in. Berevajî vê, ew bi beşeke girîng a ezmûna dîrokî û jiyana rojane ya civaka kurd ve girêdayî ne. Şer, girtin, îşkence, sirgûnî, koçberî, veqetîna malbatê û bendewariya vegerê ne tenê mijarên romanê ne; di heman demê de beşek ji bîranînên civakî ne. Lê belê, naskirîbûna mijarekê bi tena xwe nikare berhemeke wêjeyî serkeftî bike. Pirsa bingehîn ew e ka nivîskar çawa ji ezmûneke nêzîk û nas cîhaneke hunerî ya taybet diafirîne; çawa bûyeran rêxistin dike, karakteran pêş dixe û bi zimanê xwe bandorê li xwendevan dike.

Bi vê armancê min xwendina Bazbenda Dayê domand. Hefteyekê bi baldarî li ser ziman, avahiya çîrokê, pêşketina bûyeran û kesayetiyên lehengan sekinîm. Di encamê de min dît ku tevî girîngiya mijarê û hin derfetên wêjeyî, berhem ji aliyê ziman, rêxistina vegotinê û kûrahiya karakteran ve rastî pirsgirêkan tê. Ev kêmasî di hin cihan de ne tenê astengiyên teknîkî ne; ew rasterast bandorê li têgihîştina naverokê, rîtma çîrokê û hêza hunerî ya romanê dikin.

Ji ber vê yekê, di vê gotarê de ez dixwazim hem naverok û alavên hunerî yên romanê binirxînim, hem jî li ser kêmasiyên ku rê li ber gihîştina potansiyela wê ya bilind digirin rawestim. Armanca min ne înkarkirina ked û hewldana nivîskar e, lê nîşandana vê yekê ye ku di wêjeyê de girîngiya mijarê û awayê pêşkêşkirina wê du tiştên ji hev cuda ne.

Kurteya romanê û rêwîtiya Heznî
Roman di navbera salên 1979 û 1990'î de, di çarçoveya bûyerên civakî û dîrokî yên wê serdemê de pêş dikeve. Navê “Bazbenda Dayê” ji nivişta ku dayika leheng dide wî tê. Ev tişta ku di destpêkê de wekî hûrgiliyeke malbatî xuya dike, di dawiyê de bi bîranîna dayikê, girêdana malbatê û benda vegerê re wateyeke girîng distîne.

Lehengê sereke Mejdo, di nav çîrokê de bi navên cuda yên wekî “Dîno”, “Heznî” û “Evdile” tê naskirin; lê em zêdetir bi navê “Heznî” rastî wî tên. Roman bi dengê zengila telefonê dest pê dike. Ev deng di destpêkê de guman û bendewariyekê çêdike û di dawiyê de dîsa vedigere ser xwe. Bi vî rengî, telefon dibe hêmaneke ku destpêk û dawiya çîrokê bi hev ve girê dide û di navbera leheng û malbata wî de pira bîranînê çêdike. Bûyer di nav 36 beşan de mîna xelekên zincîreke bi hev ve girêdayî romanê pêk tînin.

Mejdo di nava xebatên rêxistinî de cih digire û bi gelek kesan re bi awayekî veşartî dixebite. Ji ber van xebatan, ew bi propagandayê, girtinê, îşkenceyê û xetera xiyaneta kesê bi navê “Pişo” re rû bi rû dimîne. Têkiliya wî bi kesên din re, nemaze bi Îdrîs re, hin aliyên jiyana wî ya siyasî û kesayetî eşkere dike. Ew ji bo parastina xwe û domandina xebatê ji malê dûr dikeve, paşê jî bi biryara rêxistinê nasnameyeke nû distîne.

Di vê qonaxê de, pêvajoya bidestxistina nasnameya nû û têkiliyên ku leheng bi kesên wekî Ziya û wênekêş Naîf re çêdike, beşeke girîng a çîrokê pêk tînin. Nivîskar hewl dide nîşan bide ku nasname di şertên şer û xebata veşartî de çawa dibe amûreke parastinê, lê di heman demê de dikare bibe sedema tevliheviyê jî. Lê belê, ev derfet di romanê de bi awayekî ku encamên derûnî û civakî yên vê guhertinê kûr bike, bi têra xwe nayê pêşxistin.

Nivîskar di vir de, berî ku berê leheng bide Bedlîs, Wan û Culemergê, diyar dike ku têkiliyên wî bi kesên din re dibin hinceta xweparastinê. Di nav van bûyeran de, evîna Heznî ya ji bo hevjîna wî Sêvê û zarokên wî -ku yek ji wan hîn di zikê dayikê de ye- tim tê bîra xwendevan. Malbat ji bo wî tenê cihê vegerê nîn e; ew her wiha nîşana jiyana ku ji destê wî hatiye derxistin û tiştên ku di bin barê xebat û şer de ji xwe dûr xistine ye. Li vir, nakokiya di navbera peywirdariyê û berpirsiyariya malbatî de dikare bibe yek ji hêmanên herî xurt ên romanê.

Heznî bi biryara rêxistinê bi Ziya û Koçer re berê xwe dide zozanan û di nav koçeran de dest bi xebatê dike. Heta vê qonaxê jî zimanê propagandayê bi kar tîne. Lê vê carê Mele Îsmaîl û Mele Dawid jî di pêvajoya vegotinê de cih digirin û dibin amûra propagandayê ji Ziya û hevalên wî re bike. Roman ji vê derê ber bi gundekî ku têkiliya wî bi dîroka ermeniyan re heye ve diçe û hin bûyerên ne li bendê pêk tên.

Nivîskar di hin beşên vê rêwîtiyê de xwezayê bi awayekî wêjeyî vedihone. Gul, rîhan, dar, çiya û zozan tenê wekî paşxaneya bûyeran nayên pêşkêşkirin; ew bi rewşa derûnî ya lehengan re jî têkildar dibin. Ev hêmanên xwezayî derfeteke baş pêşkêş dikin ku navbera cîhana hundirîn a leheng û cîhana derveyî xurt bibe. Ev wêneyên xwezayê bi xemilandina zimanê vegotinê re di pêşketina hest û ramanên karakteran de roleke diyarker dileyizin.

Heta beşa 10'an bûyer bi rêzeke ku dem û cihan bi awayekî nêzîk nîşan dide pêş dikevin. Lê bûyera derbeya 12'ê Rezberê, rengê çîrokê diguhere. Girtin, kuştin, tirs û zext lehengan neçar dikin ku ji xebatên xwe dûr bikevin, têkiliya wan û rêxistinê qut bibe û ji bo derketina derveyî welat li rêyên nû bigerin. Bi alîkariya nas û dostan û bi rêberiya Nehyan, Heznî û hin kesên din derbasî Rojava dibin. Li wir têkiliyên xwe ji nû ve ava dikin û xebatên xwe didomînin.

Roman di vê pêvajoyê de li ser têkiliyên mirovan, bawerî, guman û nakokiyan jî radiweste. Hin karakter bi şox û şemaleke taybet têne pêşkêşkirin û di diyalogan de pêşdarazî û helwestên wan derdikevin holê. Lê carinan ev nîşandana kesayetan zêdetir li ser gotin û nirxandina rasterast radiweste, ne li ser tevger û biryarên ku xwendevan dikare ji wan kesayetiya wan derxîne.
Heznî li nasên xwe rast tê, nemaze li xwişka xwe ya şîr. Bi hevalê xwe Îdrîs re -ku di her pêvajoyê de bi hev re bûn- ji hev vediqetin. Li Dêrika Hemko, Qamişlo û gelek cihên din peywirdar dibe û paşê berê xwe dide kampa Lubnanê. Li wir Fermandar Egît, Mizgîn, Sefqan û gelek kesên din nas dike. Nivîskar vedibêje ku Sefqan û Mizgîn çawa li kampê hunera xwe didin pêş. Perwerdehiya leşkerî, amadekariya şer û têkiliyên di navbera şervanan de beşên din ên jiyana wî pêk tînin. Ew di çalakiya 15'ê Gelawêjê de cih digire, paşê di gelek şeran de birîndar dibe û piştî vê qonaxê derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe.

Li Rojhilat, nexweşiya çavên Heznî girîngiyeke nû distîne û berê mijarê diguhere. Li gorî agahiyên bijîjkan, rewşa wî ber bi korbûnê ve diçe û ji bo dermankirinê pêdivî bi teknolojî û derfetên ku li wir tune ne heye. Ev rewş wî neçar dike ku ji alîkariya malbat û kesên din sûdê werbigire û rêyekê ji bo çûna derveyî welat bibîne. Bi alîkariya hin kesan berê xwe dide Rusyayê û digihîje bijîjkê çavan.
Di vê pêvajoyê de gelek agahiyên dîrokî û çandî -ji wan evînek ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji hev qetiyaye, dîroka Kurdistana Sor û rewşa sînoran- bi çîrokê re tên girêdan. Ev agahî cîhana romanê berfireh dikin û pêwendiya di navbera jiyana kesane û dîroka giştî de nîşan didin.

Piştî ku dibihîze çavên xwe winda nake; biryara ji rêxistinê jê re tê ku pratîka Rojhilat hatiye mahkumkirin û kêmasiya bêyî biryara rêxistinê ji qada xwe veqetiya ye; li odeyeke ku telefon lê heye bi cih dibe, wex xelekekê nivîskar li pey hev vedibêje. Di vir de careke din telefon lê dixe û dengê malbata xwe, bi taybetî ê hevjîna xwe Sêvê dibihîze; pêvajoya bidestxistina hejmara telefonê û bûyerên salên dirêj tên ziman.

Di dawiya romanê de, Heznî li balafirgehê bi malbata xwe re rû bi rû dimîne û diqîre. Di vê kêliyê de yek ji wir derbas dibe, lê vedgerîne û dibêje: “Ez vî derdê bindestiyê baş dizanim, ev derdê bêderman e. Tenê hûn dikarin ji xwe re derman peyda bikin. Tu kes nayên alîkariyê ji bo we rizgar bikin, xwe nadine kuştin. Divê hûn ji xwe re rêyekê bibînin û hûn xwe rizgar bikin...” Bi vî rengî, Heznî û malbata wî hev hembêz dikin. Dayika wî pirsa bazbendê dike û romanê bi bersiva wê re diqedîne.

Hin Kêmasiyên Zimanî
Yek ji aliyên herî berbiçav ên Bazbenda Dayê, kêmasiyên di ziman û avahiya hin hevokan de ye. Di gelek cihan de hevok pir dirêj dibin; ramanên cuda bêyî rêxistineke zelal li pey hev tên û têkiliya di navbera beşên hevokê de lawaz dimîne. Ev yek ne tenê pirsgirêkeke rêzimanî ye; ew bandorê li têgihîştina naverokê, rîtma vegotinê û kêfa xwendinê jî dike. Mînak, nivîskar dinivîse:
“Careke din zingîna zengila telefonê kir, dilê wî bêhtir bi gurmegurm bijene. Bi destê lerizî rahişte telefonê mîna carên berê heta jê hat bi aramî bersiv da.”
Di vê hevokê de têkiliya di navbera zengîna telefonê û reaksiyona leheng de dikare bi avahiyeke zelaltir were pêşkêşkirin. Dema ku rêza tevger û hest di hevokê de ne zelal be, xwendevan ji şopandina çîrokê dûr dikeve û neçar dimîne ku wateyê ji nû ve ava bike.

Di mînaka din de tê nivîsandin:
“Bi tarîbûna êvarê re rabû ser piyan berî ji malê derkeve dengê Sêvê mîna axaftina dizên di tariyê de şêwra xwe dikin bi pistepist hate guhên wî.”

Li vir çend tevger û wêne di nav hevokeke dirêj de hatine komkirin: rabûna leheng, derketina wî ya ji malê, dengê Sêvê û mînaka axaftina dizan. Heke van hêmanan bi rêzeke zelaltir û bi hevokên cuda ve bên raxistin, hem wêneyê ku nivîskar dixwaze biafirîne dê zelaltir bibe, hem jî ritma vegotinê dê xurtir bimîne.

Mînaka sêyem jî vê pirsgirêkê bi awayekî din nîşan dide:
“Ya Heznî jî tehlîya çêja ne xweş ya şeva dayîka xwe ya dilovan, Sêva serkaniya jiyana şad û zarokên berhemên bihara xwe yên pêwîstiya wan bi hebûna bavîtiya wî hebûn li malê hiştin ve, ji wê kêliya di hişê wî de hatin neqişandin ve carake din qet nehatine jibîrkirin.”
Di vê hevokê de têkiliya di navbera bîranîna şevê, dayikê, Sêvê, zarokan û hesta berpirsiyariyê de ne zelal e. Wateya bingehîn di nav bêjeyên zêde û avahiya tevlihev de winda dibe. Ev hevok pêdivî bi sererastkirineke cidî heye; ne tenê ji bo rêzimanê, lê ji bo diyarkirina wê yekê ku kîjan hest an bîranîn di navenda wê de ye.

Ev mînak nîşan didin ku redaksiyona zimanî di amadekirina berhemeke wêjeyî de çiqas girîng e. Bêguman zimanê wêjeyî ne mecbûr e her gav li gorî qalibên zimanê fermî tevbigere; nivîskar dikare ji devokan, hevokên taybet û awayên nû yên vegotinê sûdê werbigire. Lê divê ev hilbijartin xizmeta armanceke hunerî bikin. Heke avahiya hevokê wateyê tarî bike û xwendevan ji çîrokê qut bibe, pirsgirêk dibe kêmasiyeke ragihandina hunerî.

Ji ber vê yekê, pêdivî bi redaksiyoneke cidî heye ku hevokan li gorî wateya wan rêxistin bike, dubareyên bêfonksiyon kêm bike û herikîna zimanî xurtir bike. Armanc ne sadekirin an bêrengekirina zimanê nivîskar e, parastina dengê wî û di heman demê de zelalkirina vegotinê ye.

*
Têbiriya Diyarnameyê: Nivîs didome. Beşa diduyan a vê nivîsê kurtedemek berê emê belav bikin 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ev ziman nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire

  • 07 Tîrmeh 2025

Di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya li Tatwanê de, panelek bi sernavê “Ziman û Dîrok, Ziman û Siyaset, Ziman û Rojnamegerî, Ziman û Xweza” hate lidarxistin. Ev panel ji hêla Komeleya Çand û Zimanê Kurdî...

'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

  • 10 Avrêl 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Êvarekê dema Narîna Evdo bi temenê ku hê bi bêgunehiya zarokatiyê di çavên xwe de dijiya û bi xew vekiribû re, fahm kiribû ku cîhana wê bi tevahî dê bê guhertin û ji ya...

Hecî Bûbê

  • 02 Rezber 2026

Ji bo gûhdarîkirinê:   Hin mirin hene ku li pey xwe tiştekî nahêlin; diçin û di nav axê de winda dibin. Lê hin mirin jî hene ku li dû xwe şopên bêhempa dihêlin; di nava axa sar de dibin tov, vediguherin...

Hemû Nivîsen Hogir Berbir

Hogir Berbir kî ye?

Hogir Berbir di sala 1976'an de li Dêrika Çîyayê Mazî hatiyê dinê. Ji ber xebatên xwe yên siyasî sala 1995'an hatiye girtin û 10 salan girtî ma ye. Wî, li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kiriye û gelek kurteçîrok, helbest û gotar nivîsandiye. 
Heta niha gelek xebatên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin,
Berbir, di navbera 2004-2007an de di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Ew yek ji damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.
Hin pirtûkên wî:
- Destanên Kurdî / Wêşanên Şaredariya Kayapinarê / Berhevkarî
- Siya Şikestî Tûrcel / Weşanên Aram
- Dûrsel û Marê Reş / Weşanên Ava / Çîrokên gelêrî
- Ji dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê / Berhevkarî
- Zindanname / Weşanên J&J / Helbest
- Melekê Tawûs û Yêzîda / Weşanên Sîtav 
- 8 çîrokên zarokan / Weşanên Şaredariya Baglarê / Çîrokên gelêrî

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Siyadê jî 'Parazît' hilbijart

ad

Hilbijartina li Kerkûkê temam bû

ad

Serjimariya dinyayê digihîje 7 mîlyar î

ad

Serketiyên Dora 1'em diyar bûn

ad

Di 83 salî de dibe çiyager

ad

BDP'ê banga beşdariya merasima cenazeyê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname