• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • yeqîn h.
yeqîn h.

yeqîn h.

ezyeqin@hotmail.com

  yeqinh_

  yeqinh

Welat Esen

Dîrok : 06 11 2020

Guherîn baþ e… Eger ji bo tiþtin hêja be û tew bi ser de jî encamine wê yên hêjatir hebin, jixwe hingê ji baþê jî baþtir e…

Ez jî dixwazim li gor xwe, hema pêlekê jî be rojeva xwe û belkî hinekî be jî ya we biguherim! Bi vê kira xwe jî dixwazim bala me kurdînivîsan û ya kovaran û ya weþanxaneyan û ya bikarhênerên medyaya civakî û ya raya me ya giþtî hinekî bibim ser vê mijarê! 

Wekî ku tê zanîn, roja ku ji me kurdan çend kes neyên girtin jixwe tune! Her wiha eyan û beyan e ku li girtîgehan bi sedan û hezaran girtiyên kurd hene…Lê parek jê heye ku bi dehê salan e girtî ye/girtî ne! parek zêde ji girtiyên ku 15 sal in, yên ku 20 sal in û heta yên ku 25 sal in û her wiha bi cezayê hetahetê girtî ye…Erê yên ku bi cezayê hetahetê…û yek ji wan jî Welat Esen e!

Di sala 2010’an de, tevî Kawa Nemir û camêrekî ku niha nav nayê bîra min, ez di juriya Pêþbaziya Helbestê ya Huseyîn Çelebî de bûm. Min bi nav hingê Welat Esen nas kir. Ew jî tev li pêþbaziyê bûbû û di pêþbaziyê de bûbu kesê yekemîn.

Di sala 2011’ê de, hevalê min Osman ku li NÇM hem mamosteyê zimên bû û hem yê govendê bû hate girtin û 9 salan girtî ma. Û Osmên sala xwe ya dawîn li girtîgeha Bandirmayê ligel Welat Esen derbas kir. Bi vî awayî ez pê hesiyam ku gelek berhemên destnivîs ên Welat ên berhevbûyî hene. Ev çend meh in ku Osmanê hogir serî li xwe kiriye tara bêjingê û wan destnivîsan bi kedeke nebîna û bi hewleke yekta vediguheze ser kompîtorê. Siheta Osmên her xweþ be…

 Her wiha jî niha ji bo çapkirin û belavkirina wan berheman, amadekarî tê dikin. Helbet Azad Zal silaveke gelekî xweþik heq dike! Û belkî careke din û bi nivîseke din dor bê ser çîroka van berheman a weþandinê jî.

Vêca wekî ku min got, Welat Esen ji wan girtiyên nivîskar hew yek e!

Bi dehan girtiyên wekî wî hene ku bi dehê salan e girtî ne û di mercên gelekî dijwar de hem li ber xwe didin û hem hewl didin ku wê rewþa sext a nebîna ya girtîgehan ji bo xwe, ji bo ziman û zemanê xwe veguherin awantajake bi havil!

Îcar qe nebe bi mebesta ku Diyarname jê re bibe deng, bi mebesta ku dengê Welat bigihîne we, ez ê quncika xwe ji bo wextekê ji Welat Esen ê ku nivîskarê tibabek dosyayên kurmancî yên neweþiyayî ye re bihêlim! Ango ez ê qederê pêlekê belavkirin û danweþandina wergerên xwe yên ji fransî bo kurmancî bisekinînim!

Kurteçîroka Welat Esen:

Welat Esen di sala 1973'yan de li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Dêrikê xwendiye.

Di sala 1991'ê de li Zanîngeha Dîcleyê, li beþa Mamostetiya Dîrokê dest bi xwendinê kiriye lê di sala duyem de ji ber xebatên xwe yên polîtîk dev ji xwendinê berdaye.

Di berfanbara 1995'an de li Îzmîrê hatiye girtin. 25 salên sax in girtî ye; ango bêtirê nîvê ‘emrê xwe li girtîgehan derbas kiriye. Ji hingê ve ye ku bi cezayê muebetê girtî ye. Bi dorê li girtîgeha Bûca, Konya, Sîncan, Kirikkaleyê maye û niha jî li Girtîgeha Bandirmayê ye.

Mîna gelek girtiyên nivîskar ên kurd, Welat Esen jî bi salên dirêj e di mercên giran ên girtîgehan de xebatên xwe yên edebî didomîne û tibabek berhemên wî yên li girtîgehan bi gewde bûyî, li benda weþanê ne.

Ji helbestên wî yên ku amadekariya wan a ji bo weþanê tê kirin, du mostere:


Baranên Gumreh


Di çavên zarokekî helikî de

Virnî ne xewnên baranên nedawî

Her kêmber

Tim bêber


Loma, me baranên gumreh divê

Ser bi ser

Ber bi ber!..


26 pûþper 2011

***


Konê Þînê


Ro-nîvro

Ji niþka ve ba û baran

Li caxên þibakê

Beytikeke hezhezî

Þil û pil…

Li min hildike dil

Rabûm

Ku hildim hundir

Dest nagihayê

Ket û mir…


Konê þînê bi min da vekirin…



23 sibat 2012


yeqîn h.

Hemû Nivîsên yeqîn h.

Hûn dikarin li van jî binêrin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

03 03 2021

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî' da Çomak

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya...

02 03 2021

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên jinan bilind dibe

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên...

02 03 2021

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90 salî ye

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90...

02 03 2021

Nûçeyên nû

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

03 03 2021

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî' da Çomak

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî' da Çomak

02 03 2021

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên jinan bilind dibe

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên jinan bilind dibe

02 03 2021

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90 salî ye

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90 salî ye

02 03 2021

GOG'ek nû derket

GOG'ek nû derket

01 03 2021

Nivîsên Nû

Welat Dilken

Serdema aqil çêkiriyan!

Welat Dilken

Cemîl Andok

ÇERÇÎ

Cemîl Andok

Kazim Polat

Ji Seheyatnamêya E.Celebi Komkujîya Kurdên Êzîdî

Kazim Polat

Welat Dilken

Pêkanîna neteweyekê û tirkên diçin fezayê!

Welat Dilken

Çorê ARDA

DEQÊN CIHÊRENG

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname