Ew deng..ji zaroktiya min û ta bi niha ve ye, fena kurtepistekê di guhê min de dipiste ku ciya min û hem kurmanciya min Fata Hewê (ya ku nav û dengê wê ji yê min tibabekî zêde û wêdetir berbelav!), di civatên malbatê de gava ku qala mervantiyê dibû, digot:
“Yên mere, yên mere ne lawo, ji yên xwe û ji yên nêzî we ye hez bikin; hezkirin mere nêztirî mere û yên mere dike. Dibêjin, yekî kulmek bi newqa yekî ve dadaye ‘gotiye axx pişta min!’ Pişt pişt e axir û tu tişt şûnê danagire!”
Û rojekê, ji rojên Xwedayê bêyî ku em bizanibin ew heye yan na û ku hebe jî em nizanin arketîpekî çawa ye, lê em wî mîna Xwedayê xwe bi nav dikin, min bihîst ku hin meriv û pismamên me li Binxetê hene. Min ji ciya xwe pirsî, go, “erê lawo, Binxetî pismam û hem bixaltiyên me ne!”
Ciya min wiha ji dilkê dil jiya û got ku birra û bêvirde wêde nayê galegalê; mîna ku Binxetî tev û ser û ber meriv û xizmên me bin.
Ji ber ku min bav nedîtiye û heta ku Biyan Êvar çêbû jî min pê nedizanî bê ka “hesta bav çi ye û çawa ye”, min ew gotina ciya xwe, her di ser “bixaltî”tiyê re fam kir û ta bi vê gavê jî, min nekarî xwe jê bişom û veşom.
Ew ro ev ro ye, her ku Binxet û Binxetî dibin mijar, ew peyv reng dide xwîna min.
***
Berî ku ez bêm ser qesta xwe ya ji vê destpêkê, elzem e ku bêjim bi xêr û guneh, heta ji min tê/hatiye hewla min her ew e ku ya ji dil tê, rast û durist bijîm û bêjim; tahl an şîrîn şellafî, şinekî û şalûziyan nekim. Jixwe (û ji ber ku!) pêdiviya min jî û ya nav û takekesên ku ez vê yekê pê re bikim jî (kî dibe bila bibe!), bi van tiştan tune. Wekî puxt herkes xwe ye; veguher e, lê neguher e! Gotinên min dikare li puxt û navê herkesî neke, ev pêkane. Dikare li xweşa hinên ku aşkere û xuya jê hez nakim neçe; dikare bê fêmkirin ku pesnê hinan didim û hinan di ser hinan re bilind dikim, lêê...pêdiviya kesî bi pesnê tune ji bilî ew ên ku van gotin wekî pesn fêm bikin, û jixwe zinhar kes di ser kesî re bilind nabe û nayê berzkirin; ev ne karê aqil e! Herkes çi be, ji bo wî/wê çi bikeve beroşê, wî/wê dixwe û digihêje heqê xwe.
Nabe ku ev bela min û ji min be!
Nivîskarî, ji tiştan tiştek e. Gelektir ji gelekî, rengdêreke mîna her tiştekî resen e. Bîreweriya livbaz/nivîskar/takekes/mirovê ku hewl dide ne ku xwe karîkarturîze bike, lê bi têgihîştineke durist xwe temam bike ye! Wiha bi wateya xwe ya ‘ewil î saf, jixwe pirr tiştî vedibêje; ji bo yên ku bixwaze rast têbigihêjin. Hewceyiya wê bi qelewkirin û nepixandinê tune, ji bilî yên ku dixwazin bi wê binepixin!
Ev rengdêr, her çend ku bête ber navê pirr kes û kûsan jî, ne herkesane ye! Mîna kevjalekî, bi der û qalikê xwe xwebûn û hundirê xwe ji qurre û têr û şûtikan dihefidîne, wan dûrî xwe dihêle.
Tarîxa nivîsê û nivîsandinê me piştrast dike ku herkes dikare xwe li nivîsê rakişîne û binivîsîne, lê’wbelê nivîs tiştekî wiha ye ku herkesî ji ber û bedena xwe nabîne, napejirîne û dide hestkirin ku ew ne cestekî xwelêrakişandinê lê yê jiyînê ye. Divê tu di her şaneya wî cestî de bibî xwîn û giyan, lê xwe bijî! Ew, bi yên ji wê ye dizane, wan mîna xwe dinase û jê’b hay e ku wê bi çi fesalê li puxteke çawa û li bejneke çilo bifesile.
Hin nimûne/nivîskar hene, tam bi nişîtê nivîsê ne û navlêkirina mere, ji wan dibe. Ku mijar dibin ew û xwez û çawaniya wan, wate ji gotinê vedikişe û gotin di devê mere de sar î qelp dimîne. Yaniya yanî, gotin dibêje “ne min bi erzanî bidev bike û ne jî ji nivîskêr bixwe!” Kesên ehil, bi hemû lihevhatin û narîniya xwe tên û di kirês de hiltên! Ango, ev rengdêr makê ji wan şaş nake û helbet mîna ku gihabin xwebûna xwe, ew jî li rengdêrê û li rengê kirês dibanin!
A çîrok/romanûs Helîm Yûsiv, tam û ne kêm-ne zêde, yek ji van ên mostere/nimûne bi xwe ye!
***
Îro, (06-12-’14) Helîm Yûsiv sebaret bi gotûbêjeke li ser wêjeyê û li ser çîroka xwe ya nivîsê li Mêrsînê bû. Min û lawê dilê yeqîn Biyan Êvar jî, me dest dan destên hev û em çûn ku guh li hêja Helîm Yûsiv bidêrin. Di rê de Êvar go, “baba Hêlîm Yûsiv kî ye?”
Min jî kêm-zêde go, “Apoyek e. Ji Binxetê, ji Amûdê ye; ne ji Amedê ha, ji Amûdê! Amûdê li ku ye tu dizanî? Nêzîkî Qamişlo ye, bajarê ku Mihemed Şêxo jê ye. Nivîskar e. Roman û çîrokan dinivîse. Roman û çîrok çi ne jixwe tu dizanî. Yek kin û yek hinekî ji ya din dirêjtir, herdu jî vegotina tiştekî ne. Herdu jî pirrê caran lehengên wan hene. Mesele ez û tu em niha diçin gotûbêja Apo, di rê de çi diqewime, em rastî çi tên xweş û nexweş ‘ecêb û û balkêş.. yek radibe qala me û vê yekê dike. Ku dirêj û pirr bi kitekit û balkêş qal bike roman e, ku kin lê hîn balkêştir qal bike ev jî çîrok e. Navê pirtûkên wî û naveroka wan pirr balkêş in; Mêrê Avis, Mirî Ranazin, Jinên Qatên Bilind, Sobarto, û Gava Ku Masî Tî Dibin. Bi zimanekî ‘ecêb qala tiştên ku rojane di navbera mere de diqewime dike. Zimanê wî pirr sade ye lê mere şaş dike. Lehengên di nivîsên wî de xeyala mere mezintir û firehtir dikin. Mesele bi te, masî qet tî dibin? Mesele bi te Dîn dikarin Komarekê ava bikin? Mesele bi te Mirî Ranazin? Mesele te qet gotinek wiha bihîstiye; Mêrê Avis?
Lêwik jî go, “Mêrê Avis” û bi deng û gotina xwe re bişirî.
Em gihan cihê bernameyê. Me silav û xêrhatin li hev dan. Bernameyê dest pê kir, ez û weşanger/xwediyê Peywendê hêja Dawud Rêbiwar (weşangerê ber dilê mîrê min M. Zahir Kayan!) li tenişta hev rûniştin û me guh lê dêra. Çavên min li Serhat Hemdem geriyan. Lê ez lê varqilîm ku nehatiye, ango newqa min vala ye!
Helîm Yûsiv li ser rewş û geşedanên li Binxetê, nemaze jî li ser berxwedana Kobaniyê go, “ez xemgîn im û hem kêfxweş im. Xemgîn im, ji ber ku nifşê min ne ev çend bi şans bû ku em bikarin bi dest û çekê jî wilo li ber xwe bidin. Min digot ku ‘eger ez vir biçim, wê darbesta min lê vegere.’ Ez ew çend ji wê wext û wê rewşê bêhêvî bûm; kêfxweş im ji ber ku keç û lawên ku temenê wan di navbera 20-30’î de ne, 80 roj in û ta’b vê kêlîkê jî li ber xwe didin. Ez bi serbilindiya ku wan daye min niha li vir im û dipeyivim. Wan ciwanan bal û berê çapemenî, civak û dewletên dinyê dan ser Binxetê. Li Almanyayê roja ku car û du caran çapemenî navê Kobaniyê hilnede tune.”
Wî got û niqand, min ji xwe’r gotin ji dêv neqand! Gotinên ‘uryan û bêpayan mişt rêz û hurmet, hem lixwemukirrhatin û hem fedîkariyeke ku wekî ne ji me re, lê ji xwe bibêje. Wiha mîna navê xwe helîm û ew çend jî nefsbiçûk û jidil.
Ka bi çavekî dîtir awirekî li van gotinan vedin:
“Min digot ku ‘eger ez vir biçim, wê darbesta min lê vegere. Ez ew çend ji wê wext û wê rewşê bêhêvî bûm”
“Xemgîn im, ji ber ku nifşê min ne ev çend bi şans bû ku em bikarin bi dest û çekê jî wilo ber xwe bidin.”
“80 roj in û ta’b vê kêlîkê jî ber xwe didin. Ez bi serbilindiya ku wan daye min niha li vir dipeyivim.”
Pirsên ku Rifat Arya amade kiribû, pirr dirêj û bi şîrove bûn. Bi bersivan re car caran li hev digeriyan û dibûn guloka heftgirêkî. Lê belê bi min, gelekî bi piştperde û mehandî bûn.
Helîm Yûsiv, bîstikekê qala şivantiya xwe kir û awirekî zarokane li pêwendiya Şivantiyê û Pêxembertiyê veda. Qala Amûdê, rewşa civakî, serboriya xwe nivîskariyê, tirs û sînorên ku nîvê riknê nivîskariya wî û berhemên wî li ser ava bûne kir; qala Sînemaya Amûdê, qirrbûna nifşekî, qaçaxçiyên elzem ku wan çaxan pirtûk jî te de çerxa dan û stendinê bi destên wan digeriya kir. Behsa zextên rejîma Baasê û desteserkirina pirtûkên xwe û pirr û tibab û gelek gelek tiştên ku min hê bi nav nekirine kir û kir...
Helîm Yûsiv wexta ku qala Amûdê, Dîkol û Mihemedê Kermêtî kir, mîna ku ji qal û belayê ve vebêje lê hat. Veguherî lehengên xwe yên seyr î xerîb. Û wekî wan kêlîkan ji nû ve bijî û çîrokane bi gewde bike, vegot. Careke din qene’at hasil kir ku ya girîng ne ew tişt e ku “ew kî ye û çi dibêje?” ye, lê “çawa vedibêje?” ye! Lew tişta ku însên dişibîne navê wan û dike fenomenek, “çawaniya vegotinê”ê ye!
Bi şêwe û vegotineke xweserî xwe, temamên têlên dirrinde di dengê xwe yê kifş bû ku 283 kaînat tê de dişewitî de, bi darve kir. Ez li yekî kolanên Amûdê geriyam; bi dengê wî yê ku toz û rimilk têgeriyayî û bi peyvên wî yên rêber re...
***
Helîm Yûsiv wiha ji ber xwe ve nebû Helîm Yûsiv; di tirs û lêkdan û şikestin û bêhêvîtiyan geriya; ked da, lebikî, nivîsî û dîsa nivîsî... Û wilo hişmendiyek pêk anî, li paralelî vê hişmendiyê jî xwe û xwebûnek bi gewde kir. Lema ye ku îro wekî nav û nivîskar, û jê wêdetir jî wekî mirovekî diltenik ji xwe û ji me re heye.
Lema jî;
1- Helîm Yûsiv basît lê balkêş got: “Ez ji xwendevanên xwe hez dikim. Ez ne yek ji wan nivîskaran im ku lomeyan ji nexwendina xwendevanan dikin.”
Ev peyt û nêzîktêdayin li derî ya heyî ye. Pirr nivîskar bi çavên “meta” li xwendevên dinere, mîna ku erka xwendevan hew stendina pirtûkan bin!
2- Ez careke dî têgiham, ku edebiyatek hew dikare bi rewanbêjî, bilindgoyî û xwebêjiyê teqlan bide xwe, asoya xwe firehtir bike û gewre bibe, bimîne; Helîm Yûsiv yek ji nimûneyên vê ye!
3- Helîm Yûsiv edebiyatvanê bindestan e erê, lê edebiyata bindestiyê nake; tişta heyî li bêjinga awirê xwe û li parzûnê kurmanciya xwe ya bi qasî Amûdê îronîk dixe; lema ye ku em wiha di zar û şêweya wî de pêrgî xwe tên!
4- Min careke dî ji Helîm Yûsiv hez kir ku nivîskarek her ku nav û deng belav bike divê diltenik û henûntir bibe, ne ku bibe kûpê kibrê!
5- Min ji xwe hez kir ji bo ku ji Helîm Yûsiv û hevtayên wiha têvel hez dikim, lê ne ji qelp û naylonan! Çimkî "em çilo hez dikin?" û "em çima û ji kê hez dikin?" cêwî ne!